Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku serokê artêşa neteweyî ya rojhilatê Lîbya ceneral Xelîfe Hefter bêku peymana di encama hevdîtinên agirbestê da hat amadekirin îmze bike, ji paytext Moskoyê vegeriya.
Di daxuyaniya ku wezaretê da ajansa nûçeyana Ûris Tassê da hat gotin Hefter bêku peymana ku serokwezîrê hikûmeta rêkeftina neteweyî Fayiz Es-Serac qebûl kirî îmze bike, nîvê şevê ji Moskoyê vegeriya.
Di daxuyaniyê da her wiha hat diyarkirin ku Rûsya li Lîbyayê xebatên xweyên di navbera aliyan da didomîne.