ÎRAQ DEV JI BIRYARA DERXISTINA HÊZÊN EMERÎKAYÊ BERNADE

ÎRAQ DEV JI BIRYARA DERXISTINA HÊZÊN EMERÎKAYÊ BERNADE

Seroktiya encûmena wezîrên Îraqa federal îro eşkere kir, ew dev ji biryara derxistina hêzên emerîkayê bernaden û ti gavekê paşve nahavêjin.

Berdevkê çapemeniyê yê serokwezîrtiya Îraqê di civîna çapemeniyê da got: “hikûmet di mijara biryara derxistina hêzên biyanî û hêzên emerîkayê dev ji biryara parlemenê bernade û wê bo paşve tu gavekê nehavêje”.

Der barê îdî’ayên ku bi emerîkayê re ji bo eskerên wê di çarçûveya tekoşîna dijî DAIŞ’ê da bimînin peymaneke nû hatye îmze kirin da got: “hikûmetê peymaneke wiha îmze nekir, meclisê ji bo hikûmetê wek pêşniyaz biryarek da û ew biryar jî hemû ji bo derxistina hemû hêzên biyanî ye”.

Parlemena Îraqê di rûniştna ne asayî ya ku li vê mehê hatye lidarxistin, ji bo ku hêzên biyanî û yên emerîkayê ji wilat bên derxistin bi pir dengî biryar dabû.

Pustên heman beş