MUQTEDA DAXWAZA XWEPÊŞANDANEKE MILYONÎ DIKE

MUQTEDA DAXWAZA XWEPÊŞANDANEKE MILYONÎ DIKE

Rêberê tevgera sedir îro bang li gelê Îraqê kir xwepêşandaneke milyonî ji bo derxistina hêzên emerîkayê ji wilat biken.

Muqteda sedir îro roja sêşemî 14/1/2020an li ser hesaba xwe ya twitterê, bang li gelê Îraqê kir ku ji bo derxistina hêzên emerîkayê ji wilat derkevin cadeyan û xwepêşandaneke milyonî li dar bixin.

Rêberê tevgera sedir ev yek ragihand û got: “dê me helwest li cadeyê û hemwext li parlemena Îraqê jî ji bo parastina rumeta wilat hebe”.

Parlemena Îraqê li rojên rabûrî bi piraniya dengên şî’eyan piroje biryara derxistina hêzên biyanî û yên emerîkayê pejirand, ev biryar hemwext hedef kirina emerîkayê ji bo erebeya Qasim Suleymanî û Ebo Mehdî Muhendis li nêzî balefira Bexdayê tê.

Li gel evê biryara parlemena Îraqê, Donald Tiramp serokê emerîkayê gefên herî dijwar li Îraqê kirin û ragihand, ewê cezayên herî tund li ser Îraqê bisepîne bi awayekî ku ev ceza di dîrokê de nehatibin dîtin.

Pustên heman beş