ERDOGAN GEFAN LI HEFTER DIKE

ERDOGAN GEFAN LI HEFTER DIKE

Tirkiyê sebaret êrîş kirin li ser hêzên hikûmeta Lîbya li Terablusê hişdariyê dide ceneral Hefter, fermandarê arteşa neteweyî yê Lîbyayê.

 Receb Teyîb Erdogan, serok komarê Tirkiyê dibêje: “em li Tirkiyê berpirsyarîn ji parastina gelê xwe li Lîbyayê” û gotiye ku ger Tirkiyê destwerdan di Lîbya de nekiriba, hêzên Ceneral Helîfe Hefter da hemû Lîbyayê bêxe bin desthilatdariya xwe de.

 Her wiha Erdogan ragihand ku ger ceneral Hefter, êrîşî hikûmeta Lîbyayê ku civaka navdewletî ew bi fermî nasandiye bike, Tirkiyê wê waneyekê bi wî bide ku tu caran ji bîr neke.

Roja rabûrî, Fayiz El Serac, serok wezîrê hikûmeta Wîfaq ya netewî ya Lîbyayê, û ceneral Hefter, serokê arteşa neteweyî ya Lîbyayê, bi awayeke ne raste rast di civînekê de li Moskoyê beşdar bûn, herdu alî gihabûn lihevhatinê li ser agirbesta demkî.

Lê roja sêşemî 14/1/2020an hat eşkere kirin ku Rûsya û Tirkiyê ku palpiştên vê civînê bûn nekarîn ceneral Hefter razî bikin ku ji operasyonên xwe yên 9 vê mehê ji bo kontrol kirina paytexta Lîbyayê paşgez bibe.

Civîna Moskoyê nûtirîn bizavin ji bo vegerandina aramiyê ji bo Lîbyayê ku ji dema jinavçûna rejêma Mu’emer Qezafî li sala 2011an, bû meydana pevçûnên hoz û aliyên di nava Lîbyayê de.

Pustên heman beş