Arteşa Sûriyê duh şev 14/1/2020 ragihand ku balefirên cengî yên Îsraîlê binkeya asîmanî ya Tî For li kûrahiya xaka Sûriyê de armanc kiriye.
Li gorey ragihandinên Sûrî yên ser bi rejîma Beşar Esed ve balefirên cengî yên Îsraîlê êrîşî binkeya asîmanî ya Tî For li kertê rojhilatê bajarê Himsê kiriye û çendîn moşek li vê binkeyê dane û bûye sedema zirarên madî li vê binkeyê.
Ramî Ebdulrehman rêveberê çavdêriya mafên mirovan li Sûriyê ji bo Firanis Pirêsê ragihand: “li binkeya Tî For hêzên rejîma Sûriyê, hêzên Îranê û her wiha hejmarek ji şêwirmendên serbazî yên Rûsî jî têde hene”.
Ev binkeya asîmanî yaku dikeve kûrahiya xaka Sûriyê de pêş niha jî çendîn caran ji aliyê balefirên cengî yên Îsraîlê ve hatiye bordomankirin.
Li ser vê yekê rejîma Sûriyê ragihand ku êrîş li ser binkeya tî for bi bikaranîna balefirên bê pîlot û moşekan ve hatiye encamdan ku hêza asîmanî ya Sûriyê berisva êrîşê daye û çendîn moşek jinavbirîne.