LI DU MEHÊN RABÛRÎ REJÎMA SÛRIYÊ 313 KES LI IDLIBÊ KUŞTINE

LI DU MEHÊN RABÛRÎ REJÎMA SÛRIYÊ 313 KES LI IDLIBÊ KUŞTINE

Rejîma Sûriyê û hêzên Rûsya Federal li du mehên rabûrî pêtir ji 300 kesan li Idlibê kuştine, ji wê hejmarê pêtir ji 100 kesan zarone.

Li gor rapora rêxistinên mafên mirovan, li du mehên rabûrî û li navçeyên bi navê kêm kirina aloziyê, bi sedema êrîşên berdewam yên rejîma Sûriyê û Rûsya Federal, hejmara 313 kesan li Idilbê û derdûra wê hatine kuştin.

Hat tesbît kirin, ji wê hejmarê pêtir ji 100 kesên ku hatine kuştin zarone.

Her wiha rêxistinên mafên mirovan dest nîşan kirine, 48 mizgeft, 3 navend berevaniya bajar, erebeyeka embulans, 9 tîmên saxlemiyê, 15 bingehên saxlemiyê, 11 xîvet û 8 navendên avê, 51 dibistan û 14 bazar hatine hedef kirin.

Li derbara aware û koçber bûna wilatiyan ji ber êrîşan, rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku di 57 rojên rabûrî de, 67 hizar malbat aware bûne navçeyên êmin.

Pustên heman beş