ŞADÎ NEWZAD NEWEY NIWÊ BI CÎ HIŞT Û DIBÊJE ŞASIWAR ŞÊT BÛYE

ŞADÎ NEWZAD NEWEY NIWÊ BI CÎ HIŞT Û DIBÊJE ŞASIWAR ŞÊT BÛYE

Bi sedema dengdanê li ser proje yasaya rîformê, îro koalîsyona Newey Niwê li parlemena Kurdistanê, parlementera xwe ya bi navê “Şad Newzad” ji nav rêzên xwe derxist, lê belê parlementer Şadî Newzad eşkere dike, wê koalîsyona bi cî hişt û êdî naxwaze li gel wan be.

Koalîsyona Newey Niwê îro di daxuyaniyekê de, eşkere kir ku wan biryar da parlementera xwe ya bi navê “Şadî Newzad” ji nav rêzên koalîsyonê derxin, bi sedema ku wê di civîna îro ya parlemenê de, deng bi erê li ser proje yasaya rîformê daye.

Koalîsyona Newey Niwê dest nîşan kiriye ku parlementera wan “Şadî Newzad” bi soza xwe pabend nebûye û berwext wê îmze kirbû ku ew mûçeya xanenişîniyê qebûl neke, lê belê îro wê soza xwe şikand, lew biryara derxistina wê hat dayîn.

Di vê derbarê de, parlementer “Şadî Newzad” di daxuyaniyeke nivîskî de ku ji bo raya giştî nivîsandiye dibêje: “min bi xwe rêzên koalîsyona Newey Niwê bi cî hiştine û ev daxwaziya xwe daye seroktiya parlemena kurdistanê”.

“Şadî Newzad” dest nîşan kir ku wê ji bo parastina yekrêziya bereya opozisyonê ev hengav avêtîye û bi dijwarî jî êrîş kiriye ser “Şasiwar ‘Ebdulwahid” yê serokê tevgera Newey Niwê.

Şadî Newzad dibêje: “Şasiwar ‘Ebdulwahid 52 milyon dolarên hikûmeta Herêma Kurdistanê li cem wî ne û bi lihevhatinên nihênî ew naxwaze wî pere ji bo hikûmetê vegerîne”.

“Şadî Newzad” di beşeka daxuyaniya xwe de wiha nivîsandiye: “Şasiwar ‘Ebdulwahid şêt û har bûye”.

Parlementer “Şad Newzad” li ser koalîsyona Newey Niwê parlementer, li sala rabûrî ew rastî gef û gefên raste rast yên “Şasiwar ‘Ebdulwahid” serokê tevgera Newey Niwê bû ku li ser hinek pirsên exlaqî gef lê kirbûn.

Piştre û ji bo ku van gefên serokê tevgera xwe bi raya giştî re îlan bike, parlementer “Şadî Newzad” di konferenseke çapemeniyê de bi dukomênt gefên serokê tevgerê behis kirin û gotbû ku “Şasiwar ‘Ebdulwahid” ew gef kiriye vîdyoyên wê parve bike.

Koalîsyona Newey Niwê li gel koalîsyonê Komeleya îslamî û yekgirtû ya îslamî, civîna îro ya parlemenê terk kirin û deng bo projeya rîformê neda, li himber vê koalîsyonên ku deng bi erê ji bo proje dane, Baykota wan hersê koalîsyonan bi muzayedeyeke siyasî bi nav kirin.

Pustên heman beş