ERDOGAN DIXWAZE EUROPA PIŞTGIRIYA WILATÊ WÎ LI LÎBYAYÊ BIKE

ERDOGAN DIXWAZE EUROPA PIŞTGIRIYA WILATÊ WÎ LI LÎBYAYÊ BIKE

Serok komarê Tirkiyê îro daxwaza piştgiriya wilatên Ewropayê ji bo livînên Tirkiyê li Lîbyayê kir.

Receb Teyîb Erdogan serokê Tirkiyê îro roja şemî 18/1/2020an eşkere kir, pêwîste Ewropa piştgiriyê li livînên arteşa Tirkiyê li wilatê Lîbyayê bike, ji bo ku dawî bi aloziyên li wî wilatî were kirin.

Her wiha got: Tirkiyê niha piştgiriya serbazî li hikûmeta şer’î ya Lîbyayê dike, ji bo vê jî, pêwîste Ewropa piştgiriyê li hewlên Tirkiyê bike.

Erdogan dest nîşan kir, di pilana arteşa Tirkiyê deye, hêzên ewlekariya Lîbyayê meşq bide ji bo ku li ser terorê, bazirganiya bi mirovan zal bibe.

Hikûmeta Tirkiyê li vê dawiyê dest bi piştgiriya siyasî û serbazî ji bo hikûmeta Faîz Serac kiriye û li dijî fermandarê arteşa niştîmanî ya Lîbya Xelîfe Hefter tev digere.

Pustên heman beş