TIRAMP JI BO XAMENEYÎ: HAYDARÎ AXAFTINÊN XWE BE

TIRAMP JI BO XAMENEYÎ: HAYDARÎ AXAFTINÊN XWE BE

Paş wan rexneyên tund yên ‘Elî Xameneyî rêberê komara îslamî ya Îranê ji wîlayetên yekbûyî yên Emerîkayê û Ewropa di gotara roja înî ya bajarê tehranê de girtîn, Donald Tiramp serokê Emerîkayê şeva 17/1/2020 digel huşdarî dan bi Xameneyî jê re dixwaze ku pir haydarî axaftinên xwe be.

Tiramp got: Xameneyî ku di hinek axaftinên bêşermane yên xwe de êrîşî wîlayetên yekbûyî yên emerîkayê kiriye û ew bi “Ehrîmen” nav kiriye û wlatên mîna Elmanya, Berîtanya û Firensa weke “dovelankên Emerîka” wesif kirîne zor şaşe.

Tiramp di tiwîtekê de nivîsand: kesek ku di Îranê de weke “rêberê payebilind” tê binavkirin û li van dawiya êdî tu payebilind nebûye, hinek axaftinên tund li ser Emerîka û Ewropayê gotine.

Her wiha Tiramp ragihand: abûra wan ber bi jinavçûnê ye û gelê wê di êş û azarandaye. Pêtvî dike ew haydarî axaftinên xwe be.

Pustên heman beş