LI TIL TEMIRÊ HÊZEKE EMERÎKÎ RÊ LI BER HÊZEKE RÛSÎ DIGRE

LI TIL TEMIRÊ HÊZEKE EMERÎKÎ RÊ LI BER HÊZEKE RÛSÎ DIGRE

Hêzên Emerîkî rê neda karwaneke polîsên serbazî yên Rûsyayê derbasî bajarokê Til Temirê li rojavayê kurdistanê bibe.

Nerîngeha Sûriya ji bo mafên mirovan belav kir, duh dema karwanê polîsên serbazî yên Rûsyayê ku ji erebeyên serbazî û zirîpoşan pêk dihat xwast bû derbasî bajarokê Til Temirê bibe, hêzeke Emerîkî rê nedayê û di navbera wan de alozî derket.

Nerîngeha Sûriya ji bo mafên mirovan her wiha da zanîn jî, bi navbeynkariya hêzên Sûriya demokratîk (HSD), hêza Rûsî vekişya û vegeriya bajarokê Eyn Îsayê.

Nerîngehê amaje bi wê yekê da, ku li roja 14ê vê mehê jî hêzeke Emerîkî di navbera bajarê Qamişlo û Hesekê de rê li pêş hêzeke Rûsî girtibû û alozî di navbera wan de derketbû, lê piştre hêza Rûsî vegeriya.

Tê zanîn ku jiber hebûna gelek hêzên welatên cuda li rojhilatê Firatê, gelek caran hêzên Emerîkî, Rûsî û sûrî rastî hevdu tên, lê ta niha tu şerek yan pevçûnek di navbera wan de rû ne daye.

Pustên heman beş