EMERÎKA JI CIVAKA NAVDEWLETÎ DIXWAZE HÎZBULLAH A LIBNANÎ BIKIN NAVA LÎSTA GIROPÊN TERORÎSTÎ DE

EMERÎKA JI CIVAKA NAVDEWLETÎ DIXWAZE HÎZBULLAH A LIBNANÎ BIKIN NAVA LÎSTA GIROPÊN TERORÎSTÎ DE

Mayik Pompêo wezîrê karên derve yên Emerîkayê, duh şev 18/1/2020 ji wilatên cîhanê xwast giropa Hîzbullah ya Libnanî bikin nava lîsta giropên terorîstî de.

Dewleta Birîtaniya roja eynî ragihand  giropa Hîzbullah bi herdu aliyên wê yên siyasî û serbazî ve kiriye di nava lîsta xwe ya taybet bi giropên terorîstî ve.

Pompêo ku bi helkefta pêncemîn salvegera mirina bi goman û pir nihênî ya Dadwerê Ercentînî yê berpirs ji melefa êrîşa terorîstî ya sala 1994an li ser navenda Yehodîyan li (Boynis Ayris) ku Hîzbullah bi têkildarî wê bûyera terorîstî sûçdar kirbû, daxuyanî dida, ji hemû wilatên cîhanê xwast ku li himber kiryarên terorîstî yên Hîzbullah ya Libnanî heman pêrabûnê encam bidin ya ku dewleta Birîtaniya li himber Hîzbullah ya Libnanî encam day.

Tê zanîn ku dewleta Birîtaniya li roja eynî ya rabûrî de di çarçovê yasayên vî wilatî de li himber tekoşîna li dijî fînasekirina malî ya terorîzmê, herdu aliyên siyasî û serbazî yên Hîzbullah ya Libnanî weke giropên terorîstî îlan kirin.

Li gorey raporeka Royterzê, Lenden ragihandiye wê mimtelekatên malî yên Hîzbullah li vî wilatî werin bilok kirin.

Tê zanîn ku pêş niha li sala 2008an de Birîtaniya bi tenê mimtelekatên malî yên şaxa siyasî ya Hîzbullah ya Libnanî bilok kiribûn.

Pustên heman beş