ERDOGAN DUŞEŞ DI DESTÊ DAWID OXLU DE KUŞT

ERDOGAN DUŞEŞ DI DESTÊ DAWID OXLU DE KUŞT

Serok komarê Tirkiyê li ser dûrxistina dijberên xwe berdewame û di nûtirîn biryar de, Partiya Ehmed Dawid Oxlu ku li dawiya sala rabûrî hatiye damezrandin, ji hilbijartinên bihêt dûr kir.

Li jêr ferman û raspardeyên Receb Teyîb Erdogan Serok Komarê Tirkiyê û serokê Partiya Dad û Geşepêdan AKP’ê, encûmena blind ya hilbijartinên Tirkiya lîsta navên wan partîyan eşkere kir ku wê tevlî hilbijartinên bihêt yên Tirkiyê bin, Partiya “Ayinde” ya Ehmed Dawid Oxlu li dawiya sala rabûrî damezrandî di nav da nîne û rê pê nahêt dan beşdarî hilbijartinan bibe.

Encûmena hilbijartinên Tirkiyê navên 15 partîyan ragihandîne ku wê hevirkiyê di hilbijartinên bihêt de kin, partîya Ehmed Dawid Oxlu jî bi hinceta nebûna mercên pêdvî ji hevirkiyê dûr kiriye û daye zanîn ku ew partî tevlî piroseya hilbijartinan nabe.

Encûmena hilbijartinan dest nîşan kir, tenê partîyên bi 6 mehan berî meha Kanûna êkê ya sala 2020ê hatîne damezrandin û dest bi xebat û çalakiyên xwe kirîn, wê bikarin tevlî hilbijartinan bin.

Bi vê çendê Partiya “Ayinde” ku Ehmed Dawid Oxlu digel 153 endam û rêhevalên xwe li meha Kanûna yekê ya sala rabûrî damezrand maf nîne beşdarî hilbijartinan bibe, ev merc jî ku li jêr ferman û raspardeya Receb Teyîb Erdogan hatye danan, raste rast Ehmed Dawid Oxlu û rê hevalên wî dike armanc.

Dawid Oxlu Serok Wezîrê 36ê yê Tirkiyê bû û hemwext serokê Partiya Dad û Geşepêdanê bû, bi egera dûrketina AKP’ê ji binemayên ji bo hatiye damezrandin, ew li sala 2016ê jê veqetiya, hejmareka serkirdeyên din yên AKP’ê li dûv wî AKP’e bi cih hiştin.

Bizavên Dawid Oxlu yên damezrandina partîyeke nû hemwexta bizavên partîya desthilatdar dihatin ku dixwest bi ç awayekî ev bizave bi encam negehin û partîya Dawid Oxlu nehêt damezrandin.

Ehmed Dawid Oxlu li dawyê û bi taybet li 13/12/2019ê Partiya “Ayinde” weke partîyeke dijber ji bo partîya Dad û Geşepêdan ya Receb Teyîb Erdogan damezrand.

Erdogan jî heya niha li Dawid Oxlu û rê hevalên xwe yên berê ku ji partîya wî cuda bûne xweş nebûye û biryara dûrxistina partîya Dawid Oxlu ji hilbijartinên bihêt yên Tirkiya ev çende selmandiye.

Erdogan di gotareka xwe de wiha behsa Dawid Oxlu û hevalên wî kirbû: “me ev bizav ji gelek endamên AKP’ê dîtîne, gelek girop hatine avakirin, ev girop çi carekê ji bo me xem nebûne, her wiha em bi endamên xwe yên nû xweşhalin”.

Partiya Dawid Oxlu û partîyên din yên opozîsyona Tirkiyê bi jivan bûn, di hilbijartinên bihêt de, dirbeke mezin li Partiya Erdogan bidin, bi taybet ku di hilbijartinên dawyê de şikestin li çendîn bajarên mezin wek Enqerê û Stenbolê înabû.

Pustên heman beş