SANA: TIRKIYÊ DEMOGRAFIYA SERÊ KANIYÊ DIGUHERE

SANA: TIRKIYÊ DEMOGRAFIYA SERÊ KANIYÊ DIGUHERE

Ajansa SANA ya ser bi Hikûmeta Sûriyê radigihîne, artêşa Tirkiyê 1500 kes ji malbatên giropên çekdaran li du taxên serê kanyê bich kirine.

Ajasa “SANA”a Sûrî belav kir, artêşa Tirkiyê li ser bicihkirina malbatên çekdarên duvelankên xwe li Serê Kaniyê berdewame û di dema dawî de 1500 kes li her du taxên Xerbat û Hewarnê yên wî bajarî bicih kirine.

Her li gor zanyariyên wê ajansê, ku bi ajansa fermî ya Sûriyê tê nasîn, li ser bicihkirina malbatan û parvekirina malan, pevçûn di navbera giropên çekdar de derketye û rewş aloz bûye.

Ew ajanis artêşa Tirkiyê tometbar dike, ku ji meha Cotmeha 2019an ve, kiryarên xirap bi serê xelkê herêmên dagîrkirî diîne, ta wan neçar bike ku koçber bibin û paşan bikare malbatên çekdarên terorîst li şûna wan bicih bike û pilana guhartina demografî ya wê navçeyê dike.

Ji aliyê xwe ve, Partî û Rêxistinên Kurdîyên Rojavayê Kurdistanê jî her digel êrîşa dagîrkariyaTtirkiyê li ser Rojava Kurdistanê ragihand ku Tirkiyê dixwaze demografî ya Rojava Kurdistanê biguhere û nasnameya wan a kurdî têk bide.

Pustên heman beş