ŞANDEKE HDP SERDANA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ KIR

ŞANDEKE HDP SERDANA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ KIR

Şandeke Partiya Demokratîka Gelan (HDP) îro roja sêşemî 21ê Çileya 2020 gihîşt parêzgeha Silêmaniyê û li gel parêzgarê Silêmaniyê civîya.

Şanda HDP’ê ku ji rayedarên Şaredariya Êlha Bakurê Kurdistanê pêkhatiye, di yekemîn wêstgeha serdana xweya ji bo Başûrê Kurdistanê de serdana slêmanyê kiru digel Parêzgarê Silêmaniyê diktor Heval Ebobekir de civîya.

Seredana şandê HDP’ê paş vê yekê dihêt ku Abid Îke nûnerê HDP’ê li Herêma Kurdistanê, daxwaza şanda HDP’ê ji bo seredan kirina Başûrê Kurdistanê gihandî berpirsên Parêzgehên  Herêma Kurdistanê û wan berpirsan jî bi erînî pêşwazî li daxwaza HDP’ê kirî.

Şanda HDP’ê ji hevserokê Şaradariya Êlhê Dr. Mehmed Demîr, parlementerê HDP’ê Êlhê Nejdet Îpekîwuz û endamên encumena şaredariyê Hediye Karaaslan, Yûnis Parîn û Şûkran çelebî pêk tê.

Armanca şanda HDP’ê  ji serdanê jî pêşxistina pêwendiyên di navbera parêzgeh û şaradariyên Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê deye.

Tê çaverêkirin ku şanda HDP’ê piştî parêzeha Silêmaniyê, serdana parêzehên Duhokê û Hewlêrê jî bike.

Pustên heman beş