LI IRAQÊ DI 2 ROJÊN DAWÎN DA 6 XWEPÊŞANDÊR HATIN KUŞTIN

LI IRAQÊ DI 2 ROJÊN DAWÎN DA 6 XWEPÊŞANDÊR HATIN KUŞTIN

Di xwepêşandanên li Iraqê da di 2 rojên dawîn da 6 xwepêşander hatin kuştin.

Hat diyar kirin li Iraqê di xwepêşandanên dijî hikûmetê da ji ber midaxeleya hêzên ewlehiyê di 2 rojên dawîn da 6 xwepêşander hatin kuştin.

Endamê Komîseriya Mafên Mirovan ya Serbixwe ya Iraqê Elî Beyatli daxuyanî da û got ku di 48 saetên dawîn da ji ber midaxeleya hêzên ewlehiyê 6 xwepêşandêr hatin kuştin.

Beyatli diyar kir li Bexdayê 4 xwepêşander û li Kerbela û Besrayê jî xwepêşanderek hatin kuştin û got ku tevî hêzên ewlehiyê gelek kes jî birîndar bûne.

Li Iraqê ji 1ê Cotmeha 2019an vir va ji ber gendelî, kêmasiya binesaziyê, bêkarî û midaxeleya karên navwelatî dijî hikûmetê çalakî tên kirin.

Pustên heman beş