Aliyên siyasî yên Îraqî li ser 3 namzedan ji bo seroktiya hikûmeta nû pêkhatine û yek ji wan ji aliyê serok komar ve wê were erkdar kirin.
Çapemeniya Iraqê ragihand aliyên siyasî yên Iraqê navê sê namzedan ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê radestî Serokkomar Berhem Salih kirin.
Her wiha hate ragihandin dibe ku di nava 24 saetan de serokkomar namzetek ji van ji bo ava kirina hikûmetê erkdar bike.
Çapemeniya Iraqê ragihand aliyên siyasî yên Iraqê navê sê namzedan ji bo ava kirina hikûmeta nû ya Iraqê radestî serok komar Berhem Salih kirine.
Li gorî hate ragihandin namzedên hatîn diyar kirin, «Elî Şukrî, Tofîq Elawî û Mistefa Kazim» e.
Hate ragihandin dibe ku di nava 24 saetan de serok komar yek ji van sê namzedan ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar bike.
Her wiha hatiye: şansê «Elî Şukrî» ji bo bi dest xistina rezamendiya serok komar ji bo pêkînana hikûmeta nû ji namzedên din pitire.