ÇÎN SEROKÊ BERÊ YÊ “INTERPOL”Ê BI 13 SALAN ZÎNDAN KIRINÊ MEHKUM DIKE

ÇÎN SEROKÊ BERÊ YÊ"INTERPOL"Ê BI 13 SALAN ZÎNDAN KIRINÊ MEHKUM DIKE

SEROKÊ ÇÎNÊ HEWEKA BÊ REHMANE LI DIJÎ GENDELAN DESTPÊKIRIYE

Dadgeha ÇînêMeng Hongoy, serokê berê yê polîsên navdewletî “Interpol”ê ku bi wergirtina bertîlan hatbû tawanbar kirin, îro roja sêşemî 21/1/2020an bi 13 sal û nîvan zîndankirin mehkum kir.

Meng hongoy ku yekem serokê çînî yê înterpolê bû, li dema geştkirna wî de ji frensayêboçînê li meha septambera 2018an winda dibe.

Ew pêş ku bibe serokê “Interpol”ê, cêgirê wezareta ewlehiya giştî li Çînê bû.

Paş vê yekê Çînê tekez kir ku MengHongoy di çarçûvê bernameya ŞîCînPîng, serok komarê wî wilatî ji bo berhingarbûna gendelyê hatye desteserkirin.

Meng Hongoy di dadgehê de îtîraf kir ku wî pêtrî 2 milyon dolaran bertîl wergirtine, dadgeha Çînê ji bilî ku biryar li ser zîndankirina navbirî bo dema 13sal û nîvan da, her wiha biryar daye ku ew 2 milyon Yuwanan weke siza bide Hikûmetê.

Biryar bû Meng heya sala 2020an weke serokê “Interpol”êkar bike, lê belê vê saziyê ragihand Meng çend rojan piştî ku hevjîna wî ragihandî ew winda bûye, dest ji karê xwe kişandibû.

Parta Komonîst ragihandiye ku Meng pêgeha xwe ji bo berjewendiyên kesokî bikar aniye û “şêwazeke pir ecêb a jiyanê” ji bo malbata xwe ji budceya dewletê dirist kiriye û pirensîbên Partiya Komonîst bin pê kirîne.

HETA NIHA MILYON BERPIRSÊN GENDEL SIZADAYNE

ŞîCînPîng, serok komarê Çînê, heweke berfireh û bêrehmane li dijî gendeliya kargêrî dest pê kiriye û di vê zemînê de pêtrî 1 milyon kes ji berpirsên Çînê hatîne sizadan. Dijberên ŞîCînPîng dibêjin ev hewe bi merema vemirandina hinek ji hevrikên siyasî yên wî hatiye bikaranîn.

Pustên heman beş