Li bajarê Îzmîrê 12 endam û rêvebrên xwecih yên Partiya Demokratîka Gelan (HDP’ê) ji aliyê hêzên ewlehiyê hatin destserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarî ya Îzmîrê de, li Eskişehir, Konya û Mêrdînê derbarê çend endam û rêveberên HDP’ê de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Di berdewemiya givaşên dewleta Tirkiyê bo ser endam û alîgirên HDP’ê bi tumeta palpiştîkirin û endam bûna di nava rêxistina PKK’ê de, li bajarê Îzmîrê polîsan bi ser hejmareke malan de girt.
Hevseroka rêxistina HDP’ê ya navçeya Konakê Hayat Îzgî, û rêveberên rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Ramazan Efendogullarî û Mustafa Koyuncu jî di nav wan 12 kesandane yên ku ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
Navê kesên hatine girtin wihaye: Hayat îzgî, Ramazan Efendogullar, Mustafa Koyuncu, Yahya Kezer, Kemal Aslan, Nezr Aras, Hamît Sar, Gulseven Turgal, Salih Huldur, Sultan Demroglu, Yaşar Sizcî, Mehmet Degirmen.
Derbarê kesên lî Eskişehir, Konya û Mêrdinê de hatine desteserkirin agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Derbarê desteserkirina de rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku desthliatdariya AKP li dijî Partiya wan êrîşeke giştî daye destpêkirin, her wiha rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê xwest ku endam û rêveberên wanên yên ku hatiye girtin demildest werin serbest berdan.