ELCEBÎR: ÎRAN MEZINTIRÎN PALPIŞTA TERORÊ YE DI CÎHANÊ DE

ELCEBÎR: ÎRAN MEZINTIRÎN PALPIŞTA TERORÊ YE DI CÎHANÊ DE

Adil Elcebîr, wezîrê şêwirmend di pirsên derve yên Erebistana Siûdî, roja sê şemî 21/1/2020an di nava parlementoya Ewropayê de got ku Îran mezintirîn welatê piştevankerê Terorê ye di cîhanê de.

Elcebîr ragihand: “Siûdiye heya jinavbirina Terorîsmê, wê berdewam be di bizava xwe ya li dijî Terorê de”.

Elcebîr sebaret Yemenê jî axift û ragihand ku Husiyan derheq gelê Yemenê de cînayet encam dane. Wî ragihand: “Siûdiyê tu şer li Yemenê destpê nekirîne, belku ev Husî bûn dest bi şerî kirî”.

Li gorey axaftina Elcebîr çekdarên Husî 300 Mûşek û 100 balefirên bê pîlot bikaranîne ji bo êrîşên xwe yên li ser Erebistana Siûdî. Lê li ser vê yekê re wî ji alîkariyên 14 milyar dolarî yên welatê xwe ji bo beref pêş birina Yemenê xeber da.

Navbirî tekez kir ku Îran mezintirîn welatê piştevanê terorê ye di cîhanê de û ragihand:” Şîeyan li Îranê, Îraqê û Libnanî li dijî siyasetên Tehranê xwepêşandan kirîne.

Li ser pirsa Ewropayê Elcebîr ragihand ku Ewropayê li navçeya me de roleke serbazî û abûrî yê herî girîng heye lê axaftina xwe arastey endamên parlementoya Ewropayê kir û got: zanyariyên Ewropayê li ser Siûdiyê piştbestinê li ser piropagindeyan dike.

Wezîrê şêwirmend di pirsên derve yên Erebistana Siûdî de ragihand ku tu kesekê jêr 18 saliyê da li Siûdiyê ne hatiye bidarvekirin. Her wiha ragihand ku : em welatek xwedî deshilata netewîne ku rê bi hewe nadîn dersan bi me bidin.

Li ser pirsa peywendiyên di navbera Enqerê û Rîyazê jî Elcebîr ragihand: herçend em li dijî maytêkirinên Tirkiyê li navçeyê ne û van maytêkirinan rexne dikîn, lê me digel Tirkiyê de têkildarî heye.

Pustên heman beş