Kovara The Economsit “Rapora Pîvanên Demokrasiyê ji bo sala 2019an” weşand. Di raporê de 167 welat hatine şopandin. Welatên Scandinavia rêzên yekemên serkeftiyên Demokrasiyê, Welatên dagîrkarên Kurdistanê di rêzên dawî de cîh girtin.
Li gor rapora Endeksa Demokrasiyê ya 2019an, Tirkiyê di nav 167 Welatên cîhanê de di rêza 110an de ye. Tirkiye maye li pey Nigeria, Uganda, Zambia, Lubnan û Sir Lankayê. di raporê de ku rewşa 167 welatan hatiye nirxandin Tirkiyê wek sala pêştir di rêza 110an de maye lê, puana demokrasiya Tirkiyê ji 4,37an daketiye 4,09ê.
Di rêzbendiyê de, kirîterên derbarê pêvajoya Hilbijartinê, Piranîparêzî, Birêveçûna Hikûmetê, beşdarbûna siyasî, kultura demokratîk a siyasî û azadiyên sivîl hatine nirxandin, û liser vê esasê puan bi demokrasiya her welatekê hatin dayîn.
Li gor rêzbendyê pênc welatên yekem bi vî awayî hatîne rêzkirin:
-Norveç (9,87) li rêza yekekê
-Îzlanda bi puana (9,58) li rêza duyemîn
-Siwêd (9,39) li rêza syemîn
-New Zelanda (9,26) li rêza çaremîn
-Finlanda (9,25) li rîza pîncemîn tê.
pênc welatên li rêza dawiyê cîh girtî evin:
-Çad (1,61)
-Sûriye (1,43)
-Komara Efrîqaya Navîn (1,32)
-Komara Demokratîka Kongoyê (1,13)
-Koriya Bakur (1,08)