EMERÎKA: “ÇARENIVÎSA QAANÎ WÊ WEKE YA SULEYMANÎ BE”

EMERÎKA:"ÇARENIVÎSA QAANÎ WÊ WEKE YA SULEYMANÎ BE"

Wîlayetên Yekgirtî yên Emerîkayê, îro hişyarî da fermandarê nû yê “Feyleqa Quds” ê yê girêday supayê Pasdaran û ragihand, çarenivîsa wî wê weke çarenivîsa Qasim Suleymanî be.

Birayan Hûk, nûnerê taybetê Emerîkayê ji bo kar û barên Îranê, îro roja pêncşemî ragihand, heger Îsma’îl Qaanî fermandarê nû yê “Feyleqa Quds” ê li ser heman siyaseta fermandarê berê Qasim Suleymanî biçe û rêya kuştina Emerîkiyan bigrîte ber, wê çarenvîsa wî wek ya Qasim Suleymanî be.

Her wiha got: “Emerîka rejîma Îranê û hêzên wê ku bi wekalet şer ji bo dikin, ji her êrîşekê berpirsiyar dike ku li ser Emerîkiyan û berjewendiyên wê were kirin”.

Birayan Hûk ev daxweyanî ji bo rojnameya Şerqulewset daye û têde behsa Qasim Suleymanî jî kiriye û gotiye: “kuştina Suleymanî valatiyek li cem Îranê çêkiriye ku Îran tu carekê nikare wê valatiyê pir bike”.

Li derbara xwepêşandanên Îranê jî biryani Hûk, xwepêşanderên Îranê bi “Qehreman” bi nav kirine û tekez kir ku Emerîka wê berdewam piştgiriyê li wan xwepêşandanan bike.

Pustên heman beş