Wezareta bergirî ya Emerîka danîna sîstema dije mûşekan li pêgehên xwe yên li Îraqê, gotubêj dike
Kenalê telefizyonî yê FOX NEWS Emerîkî bi veguhastin ji çavkaniyên pentagon- wezareta bergirî ya emerîka- ragihandiye ku piştî êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser pêgehên emerîkayê li Îraqê, biryar hatye standin ku sîstemê bergirya van pêgehan were bihêztir kirin.
Ev babete piştî vê yekê tê bas kirin ku li rojên vê dawyê de, hinek rapor parve bûne ku têde bas li brîndar bûna hinek ji serbazên Emerîkî yên li pêgeha Eyn Esed li rojavayê Îraqê dikin, ev birîndare ji encama wê êrîşa mûşekî ya Îranê bû ku li roja 8/1/2020 li ser vê pêgehê encam day.
Roja 8/1/2020an, Îranê weke tolhildanek li dijî kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê supayê Quds ya supayê pasdarên Îranê, ku bi êrîşa balefirên bê pîlot yên emerîkayê li nêzî balefirxaneya Bexdayê hatbû kuştin, pêgehên Emerîkî li nava Îraqê de bi mûşekan armanc kirin.