DÎSAN HÊZÊN EMERÎKA RÊ LI HÊZÊN RÛSÎ DIBIRIN

Dîsan Hêzên Emerîka rê li Hêzên Rûsî dibirin

Hêzên Emerîkî li Sûriyê careke din rê li pêş hêzên Rûsî girt û rê neda ew derbasî bajarokê Til Temirê bibin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, dema karwaneke Polîsên Serbazî yên Rûsî li ser riya navdewletî M4 ber bi bajarokê Qamişlo ve diçû, hêzeke Emerîkî li bajarokê Til Temirê rê li pêşiya wê birî û nehîşt ew hêza Rûsî derbas bibe û riya xwe ber bi Qamişlo temam bike.

Li gor Rewanegehê, ev yek di demekê de tê, hêzên Emerîkî kar li ser berfirehkirina baregeha xwe ya serbazî li Til Beyder a nêzîkî Til Temirê de dike.

Ev cara yekemîn nîne ku hêzên Emerîkî li Rojavayê Kurdistanê rê li pêş Polîsên Serbazî yên Rûsî digire, roja 21ê vê mehê jî hêzeke Emerîkî rê li hêzeke Rûsî birî û nehîst derbasî Herêma Dêrikê bibe û neçar bû û vegere Qamişlo.

Tê zanîn ku niha hêzên Emerîkî zêdetir li wan navçeya ne ku petrol lê heye, ev jî li nêzîk sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne ku dikeve navçeya Rimêlan, Qamişlo û bajarên din ên kurdî.

Gelek caran rû dide, polîsên serbazî yên Rûsî hewl didin nêzî wan navçeyan bibin, lê belê ji aliyê hêzên Emerîkî ve rê li ber wan tê girtin û nûnerê taybetî yê Emerîkayê bo karubarên Sûriyê dibêje, me hemahengiya serbazî li gel Rûsyayê heye bo ku rê li hember hatina wan hêzan bigirin.

Pustên heman beş