DONALD TRUMP WÊ PIROJEYA AŞTIYÊ DINAVBERA ÎSRAÎL Û FELISTÎNÊ DE RAGEHÎNE
Donald Trump, serokomarê Emerîkayê, ragihand wê di hefteya bihêt de hûrgilyên pirojeya aştiya dinavbera Îsraîl û Felistînê de eşkere bike. Biryare ragihandina vê pirojeyê li dema seredana serok wezîrê Îsraîlê ji bo koçka spî were îlan kirin.
Stîfanî Girîşam gotebêjê koçka Sipî bi belav kirina ragihandinekê eşkere kir ku Donald Trump wê di dema çar rojên din de li koçka Sipî, pêşwaziyê ji Binyamîn Netenyaho Serok Wezîrê Îsraîlê bike.
Vê ragihandinê dîsan eşkere kiriye ku Binî Gantir, serokê hevpeymaniya şîn û Sipî jî jî daxwaza Serok Donald Trump, ji bo amadebûn li koçka Sipî qebûl kiriye.
Armanca sereke ji vê amade bûnê gotubêj kirin derbarê berjewendiyên ewlehî yên hevpar dinavbera Emerîka û Îsraîlê di navçeya Rojhilata navîn û rewşa navdewletî hatye ragihandin.
Donald Trump, ji medyakaran re ragihand pêş amadebûna berpirsên Îsraîlî li koçka Sipî, wê pirojeyê aştiyê dinavbera Îsraîl û Felistînê eşkere biket.
Trump ragihand ev pirojeye di şiyandaye were piraktîze kirin, Feilstîniyan li destpêkê karvedaneke nigetîv nîşan da lê belê piraktîze kirina vê pirojeyê ji bo wan berjewendî têdaye.
Mayk Pêns cêgirê Serok Komarê Emerîka jî ku bo beşdarî kirin di pêncemîn civîna Holokost çûbû Orşelîmê dibêje yeke din ji armancên amadebûna Netenyaho û Gantir li koçka Sipî, gotubêj kirine sebaret egera destve anîna aştiyê li navçeyên ku bi navçeyên pîroz ên olî tên hesibandin.