Rêxistna lêburîna navneteweyî radigihîne, girtin û tirsandina xwepêşanderên Îraqê pirseke berdewame.
Rêxistna lêborînê ya navneteweyî “Amnesty International” bi daxuyaniyekê diyar kir ku digel berdewamiya xwepêşandanên Îraqê, girtin û tirsandin û zoriya ser xwepêşanderan jî berdewame.
Da zanîn jî ku heya niha 600 kes di xwepêşandanan da hatine kuştin.
Rêxistna Amnesty International raporek li ser rewşa xwepêşandanên li Îraqê belav kir û di raportê da tê gotin ji roja destpêkê ya xwepêşandanên Îraqê da heta niha 600 kes hatîne kuştin, tenê di heftîya rabûrî da 12 bûyerên kuştinê çêbûyne.
Amnesty dest nîşan kir, hêzên êmnahiyê bi awayekê raste rast gulle berdane xwepêşanderan û li dijî xwepêşanderan bombeyên gazê bi kar di înin.
Her wiha hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşandanên aştiyane tund û tîjiyê bi kar diînin bi taybet li Bexdayê û başûrê Îraqê.
Li gor raporta Amnesty, heya niha jî xwepêşander dihêne girtin û tirsandin.
di navbera 20 heta 22 vê mehê da 12 xwepêşander li Bexda, Besra, Kerbela û Diyalayê hatîne kuştin, bi dehan kes jî hatîne bin çav kirin, eşkence li gelek kesên hatîn bin çav kirin dihête kirin.