XWEPÊŞANDERÊN ÎRAQÊ: MUQTEDA SEDIR ÎXANET LI ME KIR

XWEPÊŞANDERÊN ÎRAQÊ: MUQTEDA SEDIR ÎXANET LI ME KIR

Komîteya hemahengiya xwepêşandanên Îraqê roja şemî 25/1/2020an ragihand Muqteda Sedir rêberê bizava sedir îxanet li wan kiriye.

Komîteya hemahengiya xwepêşanderan ku ji kesên nerazî yên Îraqî hatiye pêkanîn di daxuyaniyeke tund de, rexne li Muqteda Sedir girtin û ragihand sedir îxanet li “azadîxwazên” Îraqê kiriye.

Komîteya hemahengiya xwepêşanderan li Îraqê her wiha tekez kir ku xwepêşanderên Îraqî bi fetwayên mezhebî yan tiwîtên Sedir nehatîne ser cadeyan ku bi twit yan fetwayeke Sedir qadên xwepêşandanan vala bikin. Vê komîteyê ji Sedir û alîgrên wî re xwast ku girewê li ser bi dawî hatina sebir û hedara xwepêşanderan nekin, xwepêşander bi hedarin û ta xwastekên xwe bicî dikin wê di nava qadên xwepêşandanan bimînin.

Di heman dem de vê komîteyê rêberê Sedrîyan bi “Suwar bûn li ser pêlên xwepêşandanan” û pêkol ji bo “mifa wergirtin” ji wan xwepêşandanan sûçbar kir.

Xwepêşanderan ragihand ku ew nabin “alavek” ji bo dan û standin û lêdan di bazirganiyeke siyasî de weke “Muqteda Sedir” encam day, belku ta bi dest xistina hemû xwastekên xwe wî di qadên xwepêşandanan de bimînin.

 komîteyên hemahengiyê bas li dan û sitandinên dinavbera Muqteda Sedir digel Îranê kirin û ragihand ku Sedir beramberî “îxaneta xwe li himber azadîxwazên Îraqê” soza Serok Wezîrtiya Îraqê ji Tehranê wergirtiye.

Muqteda sedir roja rabûrî li ser vê yekê ku xwepêşanderên Îraqî, xwepêşandanên wî li dijî emerîkayê bi emrê Îranê dizanin, rexne ji xwepêşanderan girtin û ragihand bû “min omêda xwe ji xwepêşanderan ji dest daye”.

Pustên heman beş