EMERÎKA 20 HEZAR SERBAZÊN DIN ŞANDÎNE ROJHILATA NAVÎN

EMERÎKA 20 HEZAR SERBAZÊN DIN ŞANDÎNE ROJHILATA NAVÎN

Mek Kênzî: ev hêze di dema 8 mehên pêş niha bi merema berhingarbûna gefên Îranê hatîne şandin.

Berpirseke blind ê serbazî li Emerîkayê eşkere dike ku Emerîka bi merema berhingarbûna gef û destwerdanên Îranê zêdetir ji 20 hezar serbazên din şandîne Rojhilata Navîn û dema vegerana wan jî ne hatiye diyar kirin, hevdem pentagon bas li danana sîstema dije mûşek li pêgehên xwe yên di nava Îraqê de kirbû.

Ceneral Firank Mek Kênzî, fermandarê yekeya fermandariya hêzên Emerîka “Sêntkom”, di daxuyaniyekê de li ser Keştîya cengî ya Emerîkî “USS” li ser avên zeryaya sûr ji bo serbaz û fermandarên nav keştîyê de eşkere kir ku Emerîka di dema 8 mehên rabûrî de zêdetir ji 20 hezar serbazên din şandîne navçeya Rojhilata navîn û jêre ragihandiye ku dema vegerana we diyar nîne û vê yekê peywendî bi guherînên navçeyê heye.

Bi gotna Mek Kênzî ev hejmara serbazan bi mebesta berhingariya gefên komara îslamî ya îranî li Rojhilata navîn li ser hêzên emerîkayê hatîne şandin.

Bi vê yekê jî hejmara hêzên Emerîka li Rojhilata navîn ji 60 hezar serbazan gihîşt zêdetir ji 80 hezar serbazan.

Ajansa FOX NEWS Emerîkî, hevdem ji zardevê berpirsên wezareta berevanî ya emerîkayê “Pentagon”ê belavkir ku paş êrîşên mûşekî yên îranî ji bo ser bingehê serbazî yê emerîkayê Eyn Esed û Herêma Kurdistanê, Emerîka wê li Îraqê sîstema dije mûşekan “Patriot” binecîh bike.

Pustên heman beş