TRUMP BI TIWÎTEKÊ BERISVA DAXWAZIYA ZERÎF DIDE

TRUMP BI TIWÎTEKÊ BERISVA DAXWAZIYA ZERÎF DIDE

Donald Trump Serok Komarê Emerîka roja yek şemî 26/1/2020an di ropela xwe ya tiwîterê de, dawî pêşniyara Mihemd Cewad Zerîf Wezîrê Karobarên Derve yên Îranê ji bo danûstandina digel Emerîka de bi merca hilgirtina dûrpêçan ji aliyê Emerîka ve li ser Îranê red kir.

Trump di ropela xwe ya tiwîterê de nivîsand:” wezîrê derve yê Îranê dibêje welatê wî dê danûstandinê digel Emerîka bike, lê belê bi mercê hilgirtina dûrpêçan li ser Îranê…nexêr supas”.

https://twitter.com/realDonaldTrump/status/1221247332529975297?ref_src=twsrc%5Etfw%7Ctwcamp%5Etweetembed%7Ctwterm%5E1221247332529975297&ref_url=https%3A%2F%2Fwww.kurdistan24.net%2Fso%2Fnews%2F8817b2df-054e-4467-8995-6b3eaa5ceaf8

Trump tiwîta Cewad Zerîf ku bi zimanê Farsî hatbû nivîsandin di ropela xwe de parvekir.

Wezîrê derve yê Îranê di dîdareke rojnamevanî de digel Kovara “Der Spiegel” de paş kuştina Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Qudis ya supayê pasdarên Îranê, danûstandinên digel Waşintonê red dike û dibêje emê bi tenê bi yek merc danûstandinê digel Emerîka de bikîn, ew merc jî eve ku Emerîka serederiya xwe digel Îranê biguhere û dûrpêçên li ser Îranê hilgire.

Zerîf di vê dîdarê de ragihand: “ji bo me neya girînge çi kesek li nava Koçka Sipî de rûniştiye, ya girîng eve ku ew bi tu awa tevdigere. Hikûmeta Donald Trump dikare rabirdoya xwe rastveke, dûrpêçên li dijî Îranê hilgire û careke din vegere ser mêza danûstandinê. Em hêjan li ser mêza danûstandinê ne. Ewn ku mêza danûstandinê bicî hiştî”.

Pustên heman beş