Bavê netewî yê gelê Kurd li sala 1967an bas li rewşa niha ya Kurdistanê kiriye

BAVÊ NETEWEÎ YÊ GELÊ KURD LI SALA 1967AN BAS LI REWŞA NIHA YA KURDISTANÊ KIRIYE

gotareke dîrokî ya mela mistefa barzanî sebaret bi erkê hizbî û hikûmî li kurdistanê

Li roja 17/4/1967an komîteya navendî ya partîya demokrat ya kurdistanê, civîneke berfireh li “Kanî Simaq” li kêleka Gelale saz kir.

 di vê civînê de, “Mistefa Barzanî” gotarek xwend û di beşeke wê gotarê de got:

“Birayên ezîz hemû serweriyek û hemû bizavek li cîhanê ji bo xizmet kirina milletekê tê kirin, pêwîste ew kesên kar û barên vî Milletî di destan de, tenê berjewendiyên gelê xwe biden pêş çavên xwe û hemû enaniyet û berjewendiyên şexsî ji bîr bikin û her çi karek ji bo berjewendiya Milletî be heger bo wan jî yê xweeş nebe pêwîste bikin û bi dûv nefsa xwe ne kevin, evca li vir min divê hinek tiştan li bîr bînim! Weha nefikirin ez rexneya kesekê dest nîşan kirî dikim, nabe weha jî bifikirin ku rexneya kesê nakim – ez di vê xalê de dibêjim ku dê xwe jî rexne dikim heger kareke weha bikim ku ji bo şoreşê û ji bo Gelê Kurd zirar hebe”.

“Ew berpirsê ji bo berjewendîya xwe ya kesokî, yan bo berîka xwe, yan ji bo xwe mezin kirinê bizavan bike, yan guh nede fermanan, ew kes ne Kurde û xizmeta şoreşê nake”

“Pêwîste em wezîfeya xwe baş bizanin, ger hemû berpirsên şoreşê ji bo berjewendîya şoreşê kar nekin û xemsariyê di wezîfeya xwe de bikin, em bi xwe dê bîn dujminên xwe û dê bîn xizmetkarên dujminê gelê xwe, divê em têbigihin ramana Gel çiye? Ramana rexneyê çiye? Ramana Kurdatî û Netewatî çiye? Ew berpirsê ji bo berjewendîya xwe ya şexsî dest ji berjewendîya şoreşê berdide, yan ji bo berîka xwe û ji bo pere, yan ji bo xwe mezin kirinê bizavan bike, yan guh nede fermanan û ji sîstemê rêvebirinê derbikeve, ew kes ne kurd û ne xizmetkarê şoreşê ye”.

Di dirêjiya axaftinên xwe da Barzanî dibêje:

“Birayên ezîz ricaya min ji we Kurrên Gel eve, bizavê bikin roj bo rojê partîya xwe bihêztir û rêxistîtir bikin û hemahengiyê di gel hemû alîyekê bikin, ger rêxistinên partiyê baş bin, fermanên wê rêkarên baş ji bo werin encamdan, ramana wê eve leşkir û gel jî wê bihêztir û baştir bin”.

“Partî wate saziyên hemû Gel, leşkir û hemû û texên din beşekin ji Gel, serweriyek bêy serkirdatiya partîyeke rêxsitî serkeftî nabe, ger bibêjim partî min mebest pê partîyeke dilsoze ji bo Gel ku berjewendiyên Gel li berçav bin, ne wek wan ku li (Mawetê) bûn û zulm li Gel dikirin û navê Partiyê jî li xwe kirbûn”.

“divê bizanîn dê bîne dujminên xwe û dujminên Gel ger her tiştekê bi xedir û zulm ji Gel re wergirîn”

“evca ger em hez bikîn şoreşa me serbikeve, pêwîste em vê Partiya xwe bi hêz bikîn û em hemû, ez yan leşkir yan Gel bi dilsozî alîkariya Partiya xwe bikîn, nabe kes ji me çav li serokatî û mezinahiyê be, her kes bikare pitirîn hêz û şiyan hebin û li himber bikare xizmeta Gel bike, Gel wê wî bi serokê xwe bizane, ew kesê karek di dest da û ji hinek kesan berpirs be, pêwîste ji wan kesên li jêr destê xwe pitir zehmet û îzayê bikêşe, ger yek ji giropa wî birçî be, pêwîste nanê xwe jêre bide û birçîtiyê ji xwe re  qebûl bike, pêwîste mezin pitirî zaroyan tehmulê bikin, ger ez navê mezn li xwe bikim û yê têr bim û yê zaroyan li ber çavê min birçî be, ez vê bi şermeke pir mezin dizanim, lê ger ez ji birçî bûnê de bimirim û hejarekî ji birçî bûnê de rizgar bikim, ji bo min wê şerefeka pir mezn be, mirovatî eve ku qurbanîyê bi lezet û xweşiya xwe ji bo berjewendîya hejaran bidî… Pêwîste her kes di vê şoreşê de kar bike, li pêşiyê ez, li dawiyê em hemû berpirsîn heya digehe pêşmergeyekê û endameke partiyê ku pêwîste eve ji bîra me neçe: ger dilê Gundîyekê, Şivanekê, Dikandarekê, Jinekê, Zaroyekê Xemgîn bikîn, ger axaftin û gotnên neşirîn ji takên Gel re bibêjîn, ger Hêlkeyekê, Mirîşkekê yan jî her tişteke din be, bi xedir û zulm ji Gel bistînîn, pêwîste bizanîn wê bibîn dujminên xwe û dujminên Gelê xwe”.

“ger dilê Gel bi mere nebe, em hezar caran ji niha bihêztir bîn, wê bişkên û emê nekarîn serketinê bînîn”

“ger dilê Gel di gel me be, dujminî me hezar caran hêza zêdetir hebe, nikare me bişkîne, ger dilê Gel bi mere nebe, bi xwedê wê ji bo hewe bibêjim: em hezar caran ji niha bihêztir bin, wê em bişkîn û em nikarîn serketinê bînîn, ger em hemû bi hevre ji bo berjewendîya giştî kar nekîn û enaniyet û hez ji xwe kirin li dev me hebe, li wê demê wê xizmeta dujminê xwe bikîn ji bo nemana xwe”.

“Birayên ezîz: her wek min li salên 45ê û li salên şêstan û hertim gotî, niha jî dibêjim: em şerê Ereb û Kurdan nakîn, ne her nabêjim şerê Ereban nakim – şerê hîç neteweyeke din nakim, bi çi Gelan re li ser esasê nav, ev Zere, ev Sûre, ev Reşe, ev Şîne, ev spî ye şer nakim, Kurd û Ereb Birayên hevin û dikarin bi hevre bi tebayî û biratî û xweşî û aştî bijîn, lê belê Ereb birayê mezne û em birayê biçûk, em dibêjîn eve ne dadperwerî ye ku birayê biçûk birçî û tazî be û nekare bixwîne û fêrî tiştekî bibe û nekare nerîna xwe li dor îdareya mala xwe ya hevpar diyar bike û birayê mezn hemû tiştên malê  ji xwe re bibe! Pêwîste dadperwerî li berçav were wergirtin, birayê biçûk xwe bi mezlûm nebîne û xedir lê nehê kirin, em dijatiya Hikûmetê nakîn ger Hikûmet nekeve dest diz û hîzan!

Yên ku xizmeta dujminê kurd û Ereban dikin, me di vê şoreşa xwe de berjewendîya Îraqê divê, li destpêkê ji bo Ereban paş ji bo kurdan û ji bo hemû gelên Îraqê, Turkman, Aşûrî, Ermenî û her kesê din ku heye.

Em dixwazîn Hikûmetek dadperwer a demokrat bi hilbijartineke azad û bê fişar, ne viyan û zulm û ya fire alî li Îraqê hebe.

Yasayeke pir dadperwer a weha hebe ku Gel bi xwe ji bo xwe dane, her roj Eskerek nebêje: “qerena maylî” û bi heza xwe bi enaniyet desthilatdariyê li ser Gelên Îraqê bike û Gel nekare û newêre lêprisînê digel de bike.

“me êrîşa kesê nekirîye û êrîşî kesê jî nakîn, em berevaniyê ji mafên şer’î û ji mal û namûs û jiyana Gelê Kurd dikîn”

Me êrîşî kesê nekirîye û êrîşî kesê jî nakîn, em berevaniyê ji mafên şer’î û ji mal û namûs û jiyana Gelê kurd dikîn, em qet hez nakîn xwîn rêştin û kuştin bikeve nava du birayên kurd û Ereb de, jiberku şer û kuştina kurd û Ereban wê xizmeta dujminên Îraqê bke, evca umêda min eve ku xwedê ‘eqil û têgihiştinê bixe serê ewan yên dixwazin digel me de şer bikin, bila rehmekê bi Gelên Îraqê bikin û çavê wan li zulm û zordariyê li Gelê Kurd nebe, daku bikarîn em hemû Gelên Îraqê bi xweşî û biratî û aştî û dadperwerî bi hevre  bijîn.

Pustên heman beş