PÊŞVEÇÛNÊN HÊZÊN ARTEŞA REJÎMA SÛRIYÊ LI ENYA ÎDLIBÊ

PÊŞVEÇÛNÊN HÊZÊN ARTEŞA REJÎMA SÛRIYÊ LI ENYA ÎDLIBÊ

Nerîngeha mafên mirovan li Sûriyê êvara duh 26/1/2020an ragihand hêzên arteşa Esed di dema 48 demjimêran de ji bilî pêşveçûn û kontrolkirina 8 gundan li sînorê bajarê Îdlibê li Bakurê Rojavayê Sûriyê pêşveçûn dest xwe ve anîne.

Vê saziya mafên mirovan li Sûriyê tekez kir, hêzên Sûriyê û çekdarên alîgirên rejîma Esed gihiştîne rêya navdewletî ya “Heleb-Dîmeşq” ku bi M5 berniyase, û rêya peywendiyê li Bakurê navçeya “Me’re Elne’iman” girtiye.

Di van pêşveçûnan de hêzên rejîma Sûriyê nêzî bajarê stratîjî yê Me’ire Elne’iman duyemîn bajara mezin ê Îdlîbê bûne. Bajarê Me’ire Elne’iman, bajrek starîjîke bi taybetî ku dikeve li ser rêya lezgîn ya navdewletî ya bi hevre girêdana dinavbera Heleb û Dîmeşqa paytext.

Hêzên rejîma Sûriyê ji aliyê Bakur û Rojava bajarê Me’ire Elne’iman xistiye jêr agirbaranên xwe û di pevçûnên giran de digel giropên çekdar yên dijberên xwe êvara roja yekşemî karîne bajarê Me’irşorîn bixin jêr rêkêfa xwe.

Hêzên rejîma Esed her wiha 8 bajar li sînorê Îdlibê di kêmtirîn ji 48 demjimêran de kontrol kirîne ku pêk dihên ji van bajaran: Til minis, Me’irşimşe, Eldîr Elşerqî, Eldîr Elxerbî, Me’irşmarîn, Me’irate, Elxizfe û Me’irşurîn û ji bilî van bajaran hinek navçeyên din jî kontirol kirîne.

Pustên heman beş