VAYROSA KORONA GEFEK CIDÎ LI SER CÎHANÊ

VAYROSA KORONA GEFEK CIDÎ LI SER CÎHANÊ

Lêkolerên zanîngeha “Hong Kong” ya Çînê eşkere kirin, ew texmîn dikin ku hejmara tûşbûyên vayrosa Korona bigihin asta xetera herî zêde û ev yek bi mîna volkana hêj ne teqî bi nav kirine.

Dema çend rojane, vayrosa Korona li navçeya “Wuhan” ya herêma Hobay li welatê Çînê derketiye, heya niha pêtir ji 2740 kesan tûşbûne, ji wê hejmarê 80 kesan canê xwe bi sedema wê vayrosê ji dest dane û zaro di nava qurbanîyan hene.

Rêxistna saxlemiya cîhanî vayrosa Korona, bi nexweşyeke cîhanî ya ku bilez tê veguhastin Polîn kiriye û zenga tirsê û xeterê ji belavebûna wê lêdaye.

Vayrosa Korona nexweşyeke Vayrosî ye candarên memikdar, Teyir û Kewalan û mirovan vedigire, sîstema henasedanê tûş dike, li gor lêkolînên noşdaran li destpêkê ji giyaneweran bo mirovan dihat veguhastin, lê belê niha ji mirovan bo mirovan tê veguhastin û hat tesbît kirin ku yek ji sedemên serhildana wê, ji encama xwarna hinek giyanewran weke xwarna Marê Kubra û çûçikên Şevê ji layê însanan ve.

Li navçeya “Wuhan ya herêma Hobay” li Çînê, dema çend rojane ev Vayros derketîye, heya niha pêtir ji 2740 kesan vegirtine û 80 kes pê mirine, lêkolerên zanîngeha Hong Kong jî dibêjin: “hejmara tûşbûyan dê bigehe pêtrî 44 hezar kesan”.

Wan daxwaz kir, rêkarên tund li ser wê herêma vayros lê derketî bên wergirtin û geştkirina welatiyên wê bihêt sînordar kirin.

Yek ji wan lêkoleran bi navê Gabiryêl long dibêje: “pêwîste em berheviya wê yekê bikîn ku ev Vayrose bibe nexweşyeke cîhanî ya vegir û li tev cîhanê belave bibe”.

Her wiha got: “di her 6 rojan da delîve heye hejmara tûşbûyan du hind bibe, ji ber ku di dema 6 rojan ev vayros di pişkinînan de diyar nabe”.

Rêxistna saxlemiya cîhanî jî îro roja duşemî 27/1/2020ê di beyanekê de dest nîşan kirîye ku xetera vayrosa Korona gelek cidî ye û delîveya belavebûna wî li tev cîhanê heye.

Pustên heman beş