ARTÊŞA TIRKIYÊ HÊZÊN ZÊDETIR DIŞÎNE SÎNORÊ EFRÎN Û IDLIBÊ

ARTÊŞA TIRKIYÊ HÊZÊN ZÊDETIR DIŞÎNE SÎNORÊ EFRÎN Û IDLIBÊ

Artêşa Tirkiyê, gelek tank û zirîpoşan dişîne ser sînorê Efrîn û Idlibê û 42 otombîlên serbazî jî derbasî Idlibê kirin.

Ji ber wan êrîşên vê dawiyê yên arteşa rejîma Sûriyê bo ser Idlibê ku têde beşeke mezin ji sînorê bajarê Idlibê xistiye jêr Kontrol kirina xwe de û ji dest çakdarên nêzî Tirkiyê derxistîne, Tirkiyê hêzên zêdetir dişîne Idlibê.

Tirkiyê hejmareke zêde ji tank û zirîpoşên ku ji navçeyên cuda yên Tirkiyê anîbûn, şandin Hatayê. Li gor agahiyan zirîpoş bo navçeya Reyhanlî hatin şandin û li ser sînorê Efrîn û Idlibê tên bicîhkirin.

Hikûmeta Tirkiyê, ji ber êrîşên artêşa Sûriyê, li ser sînorê Hatayê, bergiryên xwe zêde kirine û hewil tê dayîn, li aliyê Idlibê hin kampên demkî ava bike.

Hêjayî gotinê ye ku arteşa Tirkiyê, berya çend rojan jî, gelek hêz û alavên serbazî bo Cerablus û Efrînê şandibûn.

Ji aliyê xwe ve, rewangeha Sûriya mafên mirovan belav kir, karwaneke serbazî ya nû ya Tirkiyê ku ji 42 otombîlên serbazî pêk dihat derbasî Idlibê kirin.

Pustên heman beş