Encûmena Saxlemiya Niştîmanî ya Çînê îro eşkere kir, 44 hezar û 132 kesên din xistine bin çavdêriya noşdarî ku goman li sere tûşî vayrosa Koronayê bûne.
Encûmena Saxlemiya Niştîmanî ya Çînê îro roja sêşemî eşkere kir, heya niha 106 kes bi sedema vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane, hejmara 44 hezar û 132 kesên din jî bi sedema gomana hebûna wê vayrosê li cem wan, ketine bin çavdêriya noşdarî.
Her wiha dest nîşan kir, ji bilî kesên li destpêkê tûş bûne ku hejmara wan pêtir ji 2740 kesane, niha 6 hezar û 973 kesên din goman li sere ku vayros ji bo wan hatibe veguhastin.
Dema çend rojane, vayrosa Korona li navçeya “Wuhan” ya herêma Hobay li welatê Çînê derketiye, heya niha pêtir ji 2740 kesan tûşbûne, ji wê hejmarê 80 kesan canê xwe bi sedema wê vayrosê ji dest dane û zaro di nava qurbanîyan hene.
Rêxistna saxlemiya cîhanî vayrosa Korona, bi nexweşyeke cîhanî ya ku bilez tê veguhastin Polîn kiriye û zenga tirsê û xeterê ji belavebûna wê lêdaye.
Vayrosa Korona nexweşyeke Vayrosî ye candarên memikdar, Teyir û Kewalan û mirovan vedigire, sîstema henasedanê tûş dike, li gor lêkolînên noşdaran li destpêkê ji giyaneweran bo mirovan dihat veguhastin, lê belê niha ji mirovan bo mirovan tê veguhastin û hat tesbît kirin ku yek ji sedemên serhildana wê, ji encama xwarna hinek giyanewran weke xwarna Marê Kubra û çûçikên Şevê ji layê însanan ve.