EFSERÊ “SULEYMANΔ KUŞTÎ HAT KUŞTIN

EFSERÊ"SULEYMANÎ" KUŞTÎ HAT KUŞTIN

Komara Îslamî ya Îranê îro kuştina “Maykil Dandirya” efserê berpirs ji pilana kuştina fermandarê feyleqa Qudsê “Qasim Suleymanî”, ragihand.

Kenalê dewletê yê Îranê îro roja sêşemî 28/1/2020 ê nûçeya kuştina efserê îstixbarata navendiya Amerîkayê CIA yê bi navê “Maykil Dandirya” ku bi nerîna wê, ji pilana kuştina Qasim Suleymanî berpirse, ragihand.

Maykil Dandirya bi kod navê “Ayetulla Mayk” tê nas kirin û Tehran wî bi pilandanerê kuştina Qasim Suleymanî dizane, duh roja duşemî 27/1/2020 ê li Efxanistanê hatiye kuştin, wexta ku tevgera Talîbanê ew balefira keşfê ya Amerîkayê li rojhilata wilat xistiye xarê.

Îranê dest nîşan kir “Maykil Dandirya” ji bilî kuştina Qasim Suleymanî, serperiştiya kuştina “‘Îmad Mexeniye” yek ji fermandarên herî beriz yên Hizbulla ya Libnanî jî kir bû.

Balefireka Amerîkî ya keşfê duh roja duşemî li rojhilata Efxanistanê ji aliyê tevgera Talîbanê hat hedef kirin, îro jî Komara Îslamiya Îranê eşkere kir ku hemû kesên di wê balefirê de efserên îstixbarata Amerîkayê bûn û yek ji wan pilandanerê kuştina Qasim Suleymanî bû.

Amerîkayê li destpêka evê mehê Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Qudis ya sipayê Pasdaran û Ebu Mehdî Muhendis, cêgirê serokê desteya Heşda Şebî li nêzî balefirgeha Bexdayê hedef kirin û her rast kuştin.

Pustên heman beş