TIRKIYÊ GEFÊN DIJWAR LI REJÊMA SÛRIYÊ XWARIN

TIRKIYÊ GEFÊN DIJWAR LI REJÊMA SÛRIYÊ XWARIN

Tirkiyê îro gefên dijwar li sûryê xwarin û daxuyand, Beşar Esed her êrîşekê li ser xalên hêzên arteşa Tirkiyê pêkbîne, wê me bersiveke herî dijwar ji bo hebe.

Wezareta berevaniya Tirkiyê îro roja sêşemî ragihand, ew wê bi dijwarî berisva her êrîşeka hêzên Beşar Esed bidin, heger nêzî pêgehên arteşa Tirkiyê li sînorê Idlibê li bakûrê rojava sûryê bûn.

Ev ragihandina Tirkiyê hemwexta pêşveçûna hêzên Beşar Esed li Başûrê parêzgeha Idlibê tên ku bajarokê Me’ret Nu’iman bi temamî kontrol kiriye û ji dest hêzên opozisyonê derxistye.

Arteşa sûryê bi alîkarya hêzên Rûsyaya federal dema çendîn rojane başûrê Idlibê dorpêç kirine û îro bajarokê Me’ret Nu’iman kontrol kir û ev yek weke serketineke mezn ji bo xwe li ser kîstê çekdarên opozisyonê hesab kirîye.

Arteşa Tirkiyê nêzî 12 pêgehên serbazî li derdûra Idlibê hene, bi sedan serbazên wê jî li wan pêgehan hatine cêgîr kirin.

Pustên heman beş