KARVEDANÊN LI DIJÎ RÊKEFTINA SEDE YA TRUMP, MEHMÛD EBAS: NE, NE, NE

KARVEDANÊN LI DIJÎ RÊKEFTINA SEDE YA TRUMP, MEHMÛD EBAS: NE, NE, NE

Mehmûd Ebas, Serokê deshelata Felistînî di karvedaneke tund de li dijî wê rêkeftina Donald Trump ragehandî ku bi Rêkeftina Sede ji bo aştiya Rojhilata navîn tê nav kirin got, tu dewleteke Felistînî bê ku Qudis paytexta wê be nahê tesewir kirin.

Mehmûd Ebas duh roja sê şemî, paş beşdarbûn di civîna awarte ya kabîneya desthilata Felistînê de ragihand: em ji destpêkê li dijî vê rêkeftinê bûyn û niha jî em li dijîn… Hezar caran me gotiye: ne, ne, ne.

Mehmûd Ebas paş axaftinên Donald Trump li ser bi fermî nasandina Qudsê weke paytexta Îsraîlê û veguhastina sefareta Wîlayetên Yekbûyî ji Til Ebîb ji bo Qudsê her hemû peywendiyên dîplomatîk digel Waşintonê qut kirîne îro ragihand: tu felstîniyek, Erebê musilman û xwe zaroyên mesîhî nikarin wiha bifkirin ku Felistîn dewletek be û Qudis ne paytexta wê be.

Ji aliyê xwe ve bizava Hemas jî dijatiya xwe ji bo Rêkeftina Sede, ya ku Donald Trump pêşniyaz kirî ragihand.

Pustên heman beş