ALQUDIS ALEREBÎ NAVEROKA “PEYMANA SEDSALE” EŞKERE DIKE

ALQUDIS ALEREBÎ NAVEROKA"PEYMANA SEDSALE" EŞKERE DIKE

Rojnameya Alqudis Alerebî raporek li ser “Peymana Sedsale” ya Emerîka ji bo Felistînê û Îsraîlê belav kir û têde amaje bi naveroka wê rêkeftinê kiriye, li gor vê raporê “Peymana Sedsale” ya ku duh şev Donald Trump ragihandî ji 80 lapereyan pêk tê û têde “Ebo Dîs” li rojhilatê Qudsê weke paytextê Felistînê hatiye destnîşankirin.

Rojnameya Alqudis Alerebî di berdewamiya rapora xwe de ku ji medya û çapemeniyên ‘Îbrî veguhastiye girîngtirîn xalên “Peymana Sedsale” bi vî away eşkere kirîne:

1-destinîşan kirina Ebo Dîs “bajarokê ku bi tenê 4 kîlometrên çwargoşe rûber heye” weke paytextê wilatê Felistînê hatiye dest nîşan kirin.

2-pêkvensandna 30% ji erdên “Keraneya Baxterî” û Xor Ordin bi erdên Îsraîlê.

3-çek kirina bizava îslamî ya Hemas li Xezeyê û ragihandina vê navçeyê weke navçeyeke vala ji çekan.

4-neçarkirna Felistînîyan ji bo bi fermî nasandina “Îsraîlê”.

5-dernekeftna Îsraîlê ji tu bajarokên kêşe liser li nava Felistînê de.

6-destinîşankirna Qudsê weke “paytexta Îsraîlê”.

7-erdên ji dervey dîwarê navbirr wê beşek bin ji erdên Felistînê.

8-çareserkirna pisgirêka awareyên Felistînî ji dervey erdên Felistînê.

 9-dem li dest piştî çareserkirina pisgirêka awareyan, ew dikarin vegerin Felistînê.

10-danana sindoqekê ji bo qerebokirina awareyên Felistînî.

11-naçarkirna Felistînîyan ji bo encamdana pêrabûnan li dijî “terorê” û ragirtina pêkolên îstîfzazî yên terorê.

12-drist kirina cade û tonêlan ji bo pêkvegirêdana Keraneya Baxterî bi Xeze.

13-ragirtna dirist kirina bajrokên nêştecî kirinê di dema 4 salan de ku di vê demê de wê danûstandin ji bo damezrandina dewletek Felistînî werin encamdan.

14-dristkirna hinek pirojeyan li Felistînê bi bihayê 50 milyard dolaran ku wê ji aliyê wilatên kendavî wer dabînkirin,

15-parastna rewşa heyî li cîhên pîroz li Qudsa Rojhilat.

16-pêdana hinek navçeyan ji biyabana “Alneqib” ji bo Felistînîyan ku wê bikevin dinav sînorê dewleta Felistînê de.

Mercên dirist kirina dewleta Felistînî

1-çek kirina Hemas.

2-raghandna Xeze weke cîhekê vala ji çekan.

3-çavinqandin ji mafê vegerana awareyan.

4-bi fermî nasandina dewleta Îsraîlê.

5-bi fermî nasandina erdên nû yên Îsraîlê.

6-bi fermî nasandina Qudsê weke paytexta dewleta Îsraîlê.

7-ragirtna pêdana pereyan bi malbatên şehîd û dîlên Felistînê.

8-ragirtina pêrabûnên îstîfzazî li dijî Îsraîlê di bernameyên perwerdeyî yên Felistînê de.

Pustên heman beş