Korona gihîşt Rojhilata navîn, Ewropa, Emerîka, Keneda û Ustralya
Li dîsambera sala rabûrî 2019 vayrosek li Çînê derket weke vayrosê “Sars” bû û hewdana koendamê henasê ji diyartirîn nîşanên wê vayrosê bûn, bajarê “Wuhan” li Herêma Hobay ew cihe bû ku vayros lê serhilday, lê belê di sînorê wî bajarî da nema, belku ji bo pêtir ji 15 wlatên cîhanê hat veguhastin û Rojhilata navîn jî di nava wan daye.
Çîn – Wuhan
137 mirî
2.700 tûşbûy
50.000 hezar gomana tûş bûna wan nêzîke bihêt ragihandin
Li gor encûmena niştîmanî ya Çînê, heya niha li cem pêtir ji 2700 kesan tesbît bûye ku vayros heye, 6 hezar kesên din gomana tûşbûna wan gihaye rêjeya 100% û 44 hezar kesên din li bin çavdêrîya noşdarî ne ku derfeta tûş bûna wan nêzîke bihêt ragihandin, bi tevahî 137 kesan heya niha bi wê sedemê canê xwe wenda kirine.
Keneda – 1 halet
Li Keneda yek haleta Korona yê hat tomar kirin ew jî keseke ku li vê dawyê ji bajarê Wuhan vegerî bû, ev li gor beyaneka fermî ya hikûmeta Kenedayê.
Firensa – 3 halet
Wezareta saxlemiya Firansayê eşkere kir ku 3 kes tûşî vayrosa Korona yê bûne û bi vê çendê hatina vayrosa kujek ji bo kîşwerê Ewropayê î’ilan kir.
Ustralya – 4 halet
Hikûmeta ustralyayê eşkere kir ku 4 haletên Korona yê li wilatê wan hatine dîtin, pêşbînî jî kir ev hejmar zêdetir bibe ji ber ku Ustralya bi pêgeheke geştyariya girîng ji bo wilatyên Çînî tê hesab kirin.
Malîzya – 3 halet
Hikûmeta Malîzyayê jî eşkere kir, 3 haletên Korona yê li wilatê wan diyar bûne û hikûmetê amadebaşiya herî berz ji bo berhingar bûnê ragihandiye.
Koryaya başûr – 2 halet
Koryaya başûr diyar bûna yekem haleta vayrosa Korona yê li bajarê Sîyol ragihand ew ku 2 jinên Çînî ne û ji bajarê Wuhan vegerîne.
Emerîka 2 halet
Li emerîkayê 2 tûşbûyên vayrosa Korona yê hatine tomar kirin, kesekê 30 salî ye li Sîyatil û herwiha jineke 60 sal li Şîkago.
Japon – 2 halet
2 haletên tûşbûnê bi vayrosa Korona yê li Japonê hatine tomar kirin û ji bajarê Wuhan li vê dawyê vegerîbûn Japonê.
Nîpal – 1 halet
Yek halet hat tomar kirin ku xwendkarekê zanîngehê ye û ji Wuhan vegerye wilat.
Sengapora – 2 halet
Li Sengaporayê 2 kes tûşî vayrosa Korona yê bûne, bab û kure û ji Wuhan vegerîne.
Taywan – 1 halet
Yek haleta vayrosa Korona yê li Taywanê tesbît bûye ku jineke 50 salî ye û ji Taywan vegeraye.
Taylend – 4 halet
Yekem haletê li dervey Çînê hat tomar kirin li wilatê taylendê bûye û wexta jineke Taylendî serdana bajarê Wuhan krî, her wiha 3 haletên din ku wilatyên Çînî ne û ji Wuhan vegerîbûn Taylendê.
Hong Kong – 2 halet
2 haletên Korona yê li Hong Kongê diyar bûne ku 2 kesn û serdana Wuhan kir bûn.
Makaw – 2 halet
2 haletên vayrosa kujek ya Korona yê li Makaw hatine eşkere kirin ku 2 jinin û serdana Çînê kirbûn.
Îmarata Erebî – 1 xêzan
Vayrosa Korona yê li Îmarata Erebî li cem endamên xêzanekê hat tesbît kirin ku li gor hikûmeta wî wilatî ew xêzan ji bajarê Wuhan vegerî bûn.
Elmanya – 1 halet
Li herêma Bavaria ya Elmanyayê yekem tûşbûyê vayrosa Korona yê hat dest nîşan kirin.
Rêxistna saxlemiya cîhanî vayrosa Korona, bi nexweşyeke cîhanî ya ku bilez tê veguhastin polîn kiriye û zenga tirsê û xeterê ji belavebûna wê lêdaye.
Vayrosa Korona nexweşyeke vayrosî ye candarên memikdar, Teyr û Kewalan û mirovan vedgirît, sîstema henasedanê tûş dike, li gor lêkolînên noşdaran li destpêkê ji giyaneweran bo mirovan dihat veguhastin, lê belê niha ji mirovan bo mirovan tê veguhastin û hat tesbît kirin ku yek ji sedemên diyar bûna wê, ji encama xwarna hinek giyanewrên seyr weke xwarina Marê Kubra û çûçikên şevê ye.