Rûsya dê sînorê xwe li himber Çînê qepat ket
Vayrosa Korona yê ku dema çendîn rojane li bajarê Wuhan yê Çînê derketiye, îro hat ragihandin ku heya niha ev vayrosê xeter gihaye 23 wilatan.
Piştî ku heya duh roja çarşemî vayrosa Korona yê li 17 wilatên cîhanê belav bûyî, îro her yek ji wlatên Hindistanê, Filîpînê, Vîyêtnam û Finlendayê jî ragihandin ku haletên tûş bûnê li cem wan hatine tomar kirin, Rûsya federal jî nîyaza xwe ji bo daxistina sînorê li gel Çînê ji tirsa vayrosê ragihand.
Wezareta saxlemiya Hindistanê îro di beyaneke fermî de, diyar bûna haletekê Korona yê li wîlayeta Kîrala ya başûrê wilat ragihand ku li cem xwendkarekî zanîngeha Wuhan derketiye.
Hemwext wlatên Vîyêtnam, Fînlenda û Filîpînê jî eşkere kirin ku vayrosa Korona yê gihaye wlatên wan û hinek halet hene, lê belê hemû xistine bin çavdêrîya noşdarî.
Li gor dawîn amara Çînê, hejmara tûşbûyan bi vayrosa Korona yê heya niha gihaye 7783 haletan, 170 kesan canê xwe bi wê sedemê wenda kirîye, 44 hezar kes jî gomaneke herî zêde heye ku li cem wan hebe.
Ji roja derketina vayrosa Korona yê li bajarê Wuhan ku 18 milyon mirov lê dijîn û heya niha, ev vayrosa xeter gihaye 23 wilatan, ji wan, Emerîka, Keneda, Ustralya Berîtanya û Firensa û Îmarata Erebî û hejmareke wlatên din.