ÇAVUŞOGLU: PÊTIVÎYE EV QEŞMERE WERE SIZA DAN

ÇAVUŞOGLU: PÊTIVÎYE EV QEŞMERE WERE SIZA DAN

Wezîrê derveyê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu di ekwantê xwe yê twitterê da, berisvek gelek gran û tund da parlementerê Yunanistanê IOannis Lagos ku alayê Tirkiyê qelişand.

IOannis Lagos, di kombûna giştî ya parlemenê Ewropa li Birokselê di parlamentoya Ewropayê da liser “rewşa mirovî li giravên Yunanistanê”, rexne li siyaseta Tirkiyê girtibû û ala Tirkiyê qelişandibû.

Lagos îda kirbû gelê Yunanistanê ji hêla koçberan ve rastî êrîşê tên û wiha axivî bû: “li aliyekî Tirkiye heye û çi bixwaze dike. Ref bi ref koçber tên welatê me. Waye ev jî alaya Tirkiyê ye, bi vê çi tê kirin? Tê qelişandin û avêtin. Divê em êdî dawiya vê bînin.”

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu bertek nîşanî parlementerê Yunanistanê Ioannis Lagos da û got: “ev nejadpereste gelek baş dizanin, me çewa destên ku digehin ala me şikandin. Gelek baş ew dizanin, me çewa ew avêtin deryayê da. Bila zarokên qûre û nejadperestên Ewropa hedê xwe bizanin. Ewropa pêtivî ye bêjîte dijberiya Îslamê û nejadperestiyê, ne! Alayê me dê her yê blind bît. Pêtivîye Ewropa vî Qeşmerî sizayê bide”.

Pustên heman beş