VAYROSA KORONA GIHÎŞT ÎRANÊ

VAYROSA KORONA GIHÎŞT ÎRANÊ

Serokê zanîngeha zanistên pizîşkî yên bajarê Tevrêzê li wilatê Îranê, ji nivandina du jinên Çînî di yek ji nexweşxaneyê vî bajarî de ku îhtimala wê yekê lê tê kirin tûşî vayrosa Korona yê bibin xeber da.

Pêgeha hikûmî ya Îrna îro roja pênc şemî 30/1/2020an ji zardevê Dixtor Mihemedhisîn Sumî, Serokê zanîngeha zanistên pizîşkî li bajarê Tevrêzê ragihand 2 jinên Çînî bi gumana nexweşiya persîva Korona niha di yek ji nexweşxaneyên Tevrêzê de li bin çavdêriya pizîşkîdane.

Dixtor Mihimdihsîn ji bo pêgeha Îrna ya ser bi hikûmeta Îranê ve ragihand 2 jinên Çînî yên tûş bûyî bi vayrosa Korona yê niha li Îranê ne, wî ragihand: jina Çînî ya 36 û 37 salî pênc rojan pêş niha ji Çînê hatbûn komara Azerbaycanê û duh ji sînorê Astarayê hatîne nava Îranê de.

Wî di derbara van du jinên Çînî de ragihand: ev du jine bi nîşanên hebûna persîvê seredana yek ji nexweşxaneyên Tevrêzê dikin, piştî fehsan diyar bû ku tûşî vayrosa Korona ne û li gorey pirotukolên navdewletî di cîhekê taybet bi xizmetkirina nexweşên xwedî nexweşiyên vayrosî hatîne nivandin.

Pustên heman beş