KARESATEKE MEZIN LI ÎDLIBÊ RÛDAYE

KARESATEKE MEZIN LI ÎDLIBÊ RÛDAYE

Li meha rabûrî 188 sivîl li Îdlibê hatîne kuştin

Ji encama êrîşên berdewam yên rejêma sûryê û arteşa Rûsya federal li ser Îdlibê, li meha rabûrî de 188 welatiyên sivîl canê xwe winda kiriye.

Li gor raporên rêxistinên mafên mirovan, li meha Kanûna duyemîn ya îsal 2020an, bi sedema êrîşên berdewam yên arteşa sûryê û arteşa Rûsya federal li ser parêzgeha Îdlibê, 188 kesên sivîl hatîne kuştin ji wê hejmarê 64 zaro hene.

Rêxistinên mafên mirovan dest nîşan kirine, hemû qurbaniyên meha rabûrî yên Îdlibê sivîlin û bi bordomana balefirên cengî canê xwe ji dest daye.

Her wiha bi sedema bordomanan 28 dibistan, 7 Xîvet, 11 Bingehên saxlemiyê, 9 Bazar û 19 Peristgeh, 5 navendên bergirya şaristanî û 3 westgehên karebayê, 4 xwaringeh hatine hedef kirin û zirarên mezn pê ketîne.

Parêzgeha Îdlibê li Bakurê Rojavaya Sûriyê ye, li destpêka cenga navxwe ya sûryê weke Kela hêzên opozisyonê hat nas kirin, li sala 2015ê ketiye dest opozisyonê.

Li Gulana sala 2017ê her yek ji wlatên tirkiyê, Rûsya, Îranê, ew parêzgeh weke navçeya kêm kirina alozyê di kongreya Astanayê lihevhatin li ser kir, lê belê heya niha sûryê û Rûsya federal pabendî wê lihevhatinê nebûne.

Pustên heman beş