ÇÎNÊ NÛÇEYEKE DILXWEŞKER RAGIHAND

ÇÎNÊ NÛÇEYEKE DILXWEŞKER RAGIHAND

Hikûmeta Çînê nûçeyeke dilxweşker li dor vayrosê Korona yê ragihand û eşkere kir ku hejmara 243 tûşbûyan ji nexweşxaneyan hatin derxistin piştî ku bi temamî hatîne çareser kirin.

Her çend ku hejmara tûşbûyên vayrosê Korona yê li welatê Çînê zêdebûne û hemwext haletên mirinê jî, lê belê Çînê îro eşkere kir ku ji sercema tûşbûyan, 243 kes ji nexweşxaneyan hatin derxistin piştî ku bi temamî ji vayrosê hatîne çareser kirin.

Li gor dawî amara encûmena niştîmanî ya saxlemiya Çînê, 259 kes heta niha bi vayrosê Korona yê canê xwe ji dest dane, her weha 11 hezar û 374 kes tûşbûne.

Ji bilî Çînê, vayrosa Korona gehiştîye 26 welatan, lê praniya wan haletan welatiyên Çînî ne û ji Herêma Hobay bi taybet bajarê Wuhan çûne wan welatan.

Pustên heman beş