SEROKÊ GIROPA TERORÎSTÎ YA ELQA’ÎDE HAT KUŞTIN
Li gorey çavkaniyên kenalên (AL Arabiya) û (Al Hadas) balefireke bê pîlot ku goman tê kirin a Amerîkayê be duh şev 31/1/2020an avahîyeke nîştecêbûnê li bajarê (Weda’î Abide) li rojhilatê bajarokê Mereb yê Yemenê bordoman kiriye ku Qasim Elrîmî serokê giropa Elqa’îde ya Yemenî di wê avahiyê de bû.
Li gorey çavkaniyan ev avahiyê pêş hefteyekê ji aliyê rêxistinên ser bi Elqa’îde ya Yemenî ve hatîye kirê kirin, vê çavkaniyê tekez kir ku Qasim Elrîmî serokê giropa “Elqa’îde ya Cizîre Arab” di vê êrîşa asîmanî de hatiye kuştin.
Ji aliyê xwe ve hinek çavkaniyan li bajarê Mereb zelal kir ku avahiyê nîştecêbûnê ji aliyê hinek rêxsitî yên giropa Elqa’îde ve hatbû kirê kirin lê heya niha bi diristî nayê zanîn Qasim Elrîmî dinav wan kesan daye ku hatîne armanc kirin yan ne.
Qasim Elrîmî kîye?
Qasim Ebde Mihemed Ebkir yan Qasim Elrîmî yan Qasim Elramî berniyas bi Ebohureyre Elsen’ayî ji kesên berniyas yên giropa Elqa’îde ye li Cizîra ‘Erebî û bi sedema rol hebûn di çalakiyên terorîstî de li destpêka navên daxwaz kirî yên li ser asta dewletên ‘Erebî û wlatên navdewletî ye.
Elrîmî li 16ê Kanûna duyemîn a sala 2015an weke cêgirê Nasir Elwehîşî ku di êrîşa balefireke bê pîlot de li bajarê Elmekla yê navenda bajarê Hizermot li rojhilatê Yemenê hatbû kuştin weke serokê nû yê Elqa’îde li Cizîra ‘Erebî hatbû destnîşankirin.
Wezareta derve ya wîlayetên yekbûîy yên Amerîka li 18ê Oktobera sala 2018an de bihayê xelata her zanyarîyekê ku bibe sedema kuştina Elrîmî ji 5 milyon dolaran ji bo 10 milyon dolaran blind kirbû.
Waşintonê li sala 2010an de navê Elrîmî dana di nava lîsta kes û gropên terorîstî da û hemû hejmarên wî yên Bankî di nava wîlayetên yek bûyî yên emerîkayê de qepat kirbûn.
Qasim Elrîmî di plan danîna hejmarek ji kiriyarên terorîstî de, ji wan Karan Teqandina keştîgela Amerîkayê “USS COL”, çavdêrî kirin li ser “kemîna dola Do’in”, çavdêrî li ser “teqandina Şibam” û hinek kiriyarên din yên terorîstî de rol hebûye.