LEŞKERKÊŞIYA TIRKIYÊ JI BO SER ROJAVA KURDISTANÊ DIDOME

LEŞKERKÊŞIYA TIRKIYÊ JI BO SER ROJAVA KURDISTANÊ DIDOME

Artêşa Tirkiyê li ser şandina hêza leşkerî ji  bo piştevaniya yekeyên leşkirî yên welatê xwe li sînor û nav axa ‎Sûriyê didomîne.‎

Şeva derbas bûyî, Tirkiyê karwaneke din ê leşkerî ku ji hejmarek tank û serbazan pêk dihat gihand ‎bajarokê Reyhanliyê a ser bi parêzgeha Hatayê.‎

Ev karwanê leşkerî li jêr tedbîrên ‎ewlekariyê ji bajarokê Reyhanliyê hevsînorê Sûriyê, bo yekeyên serbazîyên ser sînor hatin şandin.‎

Duh jî nêzî 15 barhilgirên leşkirî ku tank û top hilgirtibûn di jêr tedbîrên ewlekariyê de ji Hatayê ‎bo ‎yekeyên ser sînorê Sûriyê hatbûn şandin.

Ev Leşkerkêşiya Tirkiyê piştî wê yekê tê ku hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyê li parêzgeha Îdlibê di pêşveçûnên xwe de berdewamin û li gor zanyariyan bi tenê 20 kîlomîtran ev hêze ji navenda parêzgehê dûrin.

Pustên heman beş