PÊŞVEÇÛNÊN ARTÊŞA REJÎMA SÛRIYÊ LI BAŞÛRÊ HELEBÊ BERDEWAM DIKIN

PÊŞVEÇÛNÊN ARTÊŞA REJÎMA SÛRIYÊ LI BAŞÛRÊ HELEBÊ BERDEWAM DIKIN

Ajansa Sana ya ser bi rejîma Sûriyê ve ragihand ku yekîneyên artêşa rejîma Sûriyê di pêşveçûnên xwe yên li enya Başûrê bajarê Helebê berdewamin û bi rêya çekên giran sengerên çekdarên “Cebhet Elnesir”  li mihwerê Toman, bajarokê Xaldiyê armanc kirîne.

Arteşa rejîma Sûriyê di pêşveçûnên xwe yên serbazî li enya Başûrê bajarê Helebê berdewame û di dawî pêşveçûnên xwe da kariye çendîn navçeyên vî bajarî ji dest hêzên opozisyon bînt derê.

Arteşa rejîma Sûriyê di çendîn rojên rabûrî de hejmarek ji navçeyên ser bi Xan Toman, Elraşdîn 5, Me’rata, Mistud’at Elwiqod, Rihbe Elteslîh û Mistud’at Xan Toman xistîne jêr deshilata xwe ve.

Piştî van pêşveçûnên artêşa rejîma Sûriyê hejmara girûpên çekdar li Efrînê kêm bûye jibeku çekdarên girêdayî Tirkiyê hêzan li Efrînê ji bo parêzgeha Idlibê û Rojavayê bajarê Helebê dişînin. Di nava hefteya bûrî de hejmareke mezin ji çekdaran bi çekên xwe yên giran ji herêma Efrînê ber bi Idlibê û Helebê çûne da ku piştevaniya girûpên çekdar di şer de bikin.

Pustên heman beş