DINAVBERA TIRKIYÊ Û SÛRIYÊ ŞER QEWIMÎ

DINAVBERA TIRKIYÊ Û SÛRIYÊ ŞER QEWIMÎ

Li Idlibê, 4 serbazên Tirkiyê di êrîşeke artêşa Sûriyê de hatin kuştin. Tirkiye jî gefa tolhildanê dixwe.

Wezareta berevaniya Tirkiyê eşkere kir, îro danê sibê 4 serbazên wê di êrîşeke artêşa Sûriyê de li ser xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê li derdora Idlibê hatin kuştin û 9 serbazên din jî birîndar bûn, birîna yekî jî pir girane.

Wezareta berevaniya Tirkiyê amaje bi wê jî da, artêşa wan berisva wê êrîşê da û karîn hejmarek ji armancên artêşa Sûriyê têk bibin.

Li Idlibê 12 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê hene, wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar berî çend rojan gotbû, ew xalên çavdêriyê têra xwe hatine amadekirin û ji bo her cure êrşê jî di amadebaşiyê de ne.

Ji aliyekî din ve, rewangeha Sûriya mafên mirovan belav kir, Tirkiye li deriyê sînorî yê Kefir Losîniyê li Bakurê Idlibê, tenê duh 320 barhilgir çek û pêwîstiyên serbazî û lojistî derbasî Sûriyê kirin û ber bi Idlibê û Helebê ve şandin.

Ev nûçe hevdeme di gel pêşveçûnên Supayê Sûriyê ji bo kontirol kirina Idlibê ku piştî van pêşveçûnan Tirkiyê hêzeke zêde ji bo palpiştî kirina hêzên opozisyona Sûriyê dişîne vî bajarî.

Herçend li 12 Kanûna duyemîn ya îsal lihevhatinek di navbera Mosko û Enqerê ji bo agirbestê li Sûriyê hat encamdan lê belê rejîma Sûriyê berdewame li operasyonên xwe de û ev yek jî bûye sedema nîgeraniya Tirkiyê.

Pustên heman beş