Serok komarê Tirkiyê gefên herî tund li Hikûmeta Sûriyê dike û dibêje, di berisva wan êrîşên îro Sûriyê li Idlibê li dijî hêzên Tirkiyê pêk anî, Tirkiyê 40 pêgehên hikûmeta Sûriyê armanc kirine û 30 heya 35 çekdarên Sûriyê kuştine û ger pêwîst be careke din wê bi firokeyên F-16 berisva hikûmeta Sûriyê din.
Serokomarê Tirkiyê ragihand, wan berisva êrîşa Sûriyê da û hejmarek serbazên Sûriyê kuştin û heger pêwîst bike, ewê firokeyên f-16 jî bikar bînin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li balefirxaneya Enqerê berî çûna ber bi Ukraine ve ragihand, wan bi 122 mûşekan û 100 topên hawanê li ser 40 armancan, berisva êrîşa artêşa Sûriyê li ser hêzên wan li Idlibê dane.
Erdogan ragihand, operasyonên wan li Idlibê berdewam dibin û berisva êrîşa artêşa Sûriyê didin û ew nikarn li himber kuştina serbazên xwe bêdeng bin.
Eşkere kir jî: “di berisva êrîşa îro de, me 35 serbazên Sûriyê kuştin. Heger pêwîst bike, emê bi firokeyên f-16 jî êrîş bikin.”
Serok komarê Tirkiyê ragihand, wan zor bi tundî berisva êrîşa îro ya Sûriyê bo ser hêzên Tirkiyê daye û niha jî di bersivdana wan êrîşanda berdewamin, yên ku ev xeletiye derheq Tirkiyê de encam day wê bi berisva Tirkiyê bizanin ku wan çi xeletiyeke mezin kiriye.
Îro roja duşemî 3/2/2020an artêşa Sûriyê li Idlibê êrîşî ser hêzên Tirkiyê kir û di encamê de 4 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 9 serbazên din jî birîndar bûn.