HIJMARA QURBANIYÊN VAYROSA “KORONO” LI ÇÎNÊ GIHAN 350 KESAN

HIJMARA QURBANIYÊN VAYROSA"KORONO" LI ÇÎNÊ GIHAN 350 KESAN

Komîteya saxlemiya wîlayeta “Hobî” li welatê Çînê, duh şev 2/2/2020an ragihand, digel blind bûna hijmara qurbaniyên Vayrosa korona yê di vê navçeyê de 56 kesên din canê xwe ji dest daye û niha hijmara wan kesên bi sedema Vayrosa korona yê li Çînê canê xwe ji dest day gihan 350 kesan.

Berpirsên saxlemiya wîlayeta Hobî, ciyê ku yekemîn car li meha Dîsamber a sala rabûrî ev Vayrose hatbû dîtin, tekez kirin ku hijmara 2103 kesên din ji akinciyên vê navçeyê tuşî Vayrosa Korona yê bûne ku digel vê yekê de hijmara tevahî ya kesên bi vê Vayrosê tuş bûy gihiştin 11177kesan.

Berpirsên Çînê roja yekşemî, ragihand piştî 45 kesan li wîlayeta Hobî canê xwe ji dest day, hijmara dirist ya kesên tuşî vê Vayrosê bûy û canê xwe ji dest day gihaye 304 kesan li vê wîlayetê.

Hevdem digel vê çendê de komîteya saxlemiya wîlayeta Hobî eşkere kir ku hijmara kesên bi vê Vayrosê tuş dibin ber bi zêdebûnê ye û bi lezgînî ev Vayrose belav dibe, her wiha ragihand di dema 24 demjimêrên raborî de 1921 kesên din ji akincî yên vê navçeyê tuşî vê Vayrosa kujek bûne.

Ev yek di demekê deye ku goman tê kirin Vayrosa nû ya Korona yê yekemîn car li Dîsambera sala 2019an de li bazarê bajarê Wuhan yê ser bi wîlayeta Hobî li Çînê, ciyê ku heywanên wehşî ji bo firoştinê tatin nîşandan peyda bûye û di dema betlaneyên dumahiya sala Çînî de ku milyonan Çînî ji vî welatî geşta welatên din dikin bi lezgînî hatiye veguhastin.

Ji aliyeke din hikûmeta Çînê hinek rêkarên tund ji bo belav nebûna zêdetir ya vê Vayrosê girtîne ber xwe, weke xistine jêr çavdêriya 50 milyon kesan li bajarê Wuhan û dorpêçek temam danaye li ser wîlayeta Hoban.

Pustên heman beş