Dayikek tûş bûyî bi vayrosa Korona, Zaroyeke saxlem tine ser dinê
Li yek ji nexweşxaneyên wilatê Çînê, îro dayikek tûş bûyî bi Vayrosa Korona yê zaroyekê diîne ser dinê û pişkinînên wê Eşkere kirin ku zaro saxleme û tûşî Korona yê nebûye.
Îro roja duşemî 3/2/2020an li yek ji nexweşxaneyên bajarê Harbîn yê Bakurê Rojhilata Çînê, jineke dûgiyan ku hilgira vayrosê Korona yê bû, zaroyeke keç bû û pişkinînên zaroya wê eşkere kirin ku zaroya nû ji dayik bûyî keçeke saxleme û tûşî vayrosa Korona yê nebûye.
Di vê derbarê de, lijneya saxlemiyê ya bajarê Harbîn diyar kir, ev yek bi Mû’cîze tê hejmartin, zaro saxlemiya wê gelek başe û çi nîşanên tûş bûnê bi vayrosa Korona yê li cem nînin.
Her wiha dest nîşan kir, ev zaro bi rêya neştergerîyê hatiye ser dinê, noşdaran pêşbînî dikir ku vayros li cem hebe, lê belê pêşbîniyên wan şaş derketin û zaro saxleme.
Li gor amarên fermî yên Çînê, hejmara qurbaniyên vayrosa Korona yê heya niha gihiştine 361 kesan, her wiha 17 hezar tûşbûyan, ji bilî Çînê vayros niha li 24 welatan heye.